HPG: Herî kêm 16 leşkerên Tirk hatine kuştin, Skorskiyek hatiye derbkirin

Çalakiyên li Bakurê Kurdistanê her ku diçin zêde dibin. Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de li gorî ku hatiye zelalkirin herî kêm 16 leşker hatine kuştin, helîkoptera Skorsky jî hetiye derbkirin.

Navenda Rangihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî da.

HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîla li Şemzînan çalakiyekî sabotajê li dar xistine û wiha got: ”25’ê Gulanê saet 14:40’an de hêzên gerîla li hember konvoyekî wesayîtên artêşa Tirk a ji qereqola Bêdevê ya devera Şemzîna a Colemêrgê ku dixwest biçe Qereqola Bêzelê ya çalakiyekî li dar xistin. Gerîlayên ku li hember konvoya di nava tevgerê de li hember 5 lerşkerên çalakiyekî sabotajê lidar xistin, li vir 3 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê û şûn de artêşa Tirk li Sirta Bazeno û Girê ewlekariyê operasyonek li dar xistin. Operasyon di saet 22:00’an de bê encam vegeriya; saet 21:00’an qereqola Bêzelê cihê çalakiy bi obus û hewanan bombe kirin.

25’ê Gulanê saet 10:00’an de gerêlayên me li hember qerqola Zetê ya ku li devera Oremar a navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Çengê yekem ê vê çalakiyê bi çekên giran ji nêzîk ve li nîzamiya qereqolê û çepera çeka A4 bi awayekî bi bandar lê xistin. Çengê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên sekvaniyê bi awayekî bi bandor lê xistin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê; devera Mergê, Girê Ronahî û Dola Zeytê bi obus, hewan û tankan bomberdûman kir. Ev çalakî ji bo bîranîn hevriyê me yên ku li Oremarê şehîd ketine hatiye lidarxistin.”

Di berdewamiya daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:

“25’ê Gulanê saet dinavbera 10:30-12:30’an de hêzên gerîla li hember lerşkerên ku li Dola Kuliya a ku li nêzî qerqola Girê Sînek ê li ser sînorê navçeya Qilaban a Şirnexê kar dikirin çalakiyekî sekvaniyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Her wiha di saet 11:00’an de jî hêzên me bi hewana li Tepê Sînek xistin.

25’ê Gulanê saet 14:30’an de hêzên me li hember qereqola Yekmalê çalakiyekî bi hewan li dar xistine. Di vê çalakiyê de têkildarî kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

25’ê Gulanê saet 09:00’an de hêzên YJA Star li hember tabûra Evenebenat ê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê bi çekên giran û ferdî çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî hate birîndarkirin. Piştî çalakiyê tabûrên Evnebenat, Findikê û Zivingê; Girê Sûadiye û devera Findikê bi obus, hewan û tankan bombe kirin. Artêşa TC li vir kuştî û birîndarên xwe bi helîkoptera bi tîpa Skorsky ji qadê rakirine. Ev çalakî li ser bîranîna havriya me Hêlîn Koçer hatiye lidarxistin.

25’ê Gulanê daet 10:30’an de balafirên artêşa TC’ê devera gundê Talate yê girêdayî Nisêbînê û Golê ya girêdayî navçeya Mehsert ê Mêrdînê bomberdûman kirin.

25’ê Gulanê saet dinavbera 21:00-21:30’an de balafirêna şer ên aîdî artêşa TC’ê devera gunêd Keşan agirêdayî herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin.

24’ê Gulanê saet 15:00’an û şûn de gerîlayan li hember leşkerên ku rêya dinavbera Malabadî û navçeya Farqîn a Amedê de qontrol dikirin çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de têkildarî jimara kuştî û birîndarên leşkeran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

25’ê Gulanê dema ku helîkoptera bi tîpa Skorsky ber bi navçeya Lîcê ya Amedê ve tevger dikir ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran bi awayekî xurt hatiye lêxistin û derbkirin.

24’ê Gulanê saet 19:30’an de gerîlayan li hember qereqola Jendermeyan a Bolukyazi ya girêdayî Bedlîsê çalakiyek hetiye lidarxistin. Di encama çalakiya li hember leşkerên kom bûyî de bi zelalî leşkerek hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên dijmin hê zêdetirin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi çekên giran derdora xwe ketober gule reşandiye.

25’ê Gulanê saet 19:50’an de gerîlayan li hember girê Guvenlik ê girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê çalakiyek li dar xistin. Di encama lêxistina bi bandor de leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê leşkerên li girt de derdora xwe ketober gule reşandin.

25’ê Gulanê saet derdorî 21:00’an de li qada Şerefînî a girêdayî naçveya Kanîreş a girêdayî Çewlikê artêşa TC li gel wesayîtên zirxî û helîkopterên Skorsky operasyonek li dar xistin. Ev operasyon hê jî didome.

26’ê Gulanê (îro) artêşa TC li hember devra Farxan a girêdayî Çewlikê ji saet 06:00’ê ve bi hewan û obusan bomberdûman kirine.

25’ê Gulanê saet 17:10’an de gerîlayan li hember leşkerên ji qerqola Dereova a girêdayî navçeya Nezmiye ya Dersîmê ve di nava teverê de bûn bi awayekî xurt lê xistine. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî hate birîndarkirin. Artêşa TC birîndar û kuştiyên xwe bi wesayîtên sivîl ji herêmê rakirin. Ev çalakî ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Derdîm ve hatiye lidarxistin.

Di çarçoveya hemleya şehîd Andok- Erîs Şoreşger de; hêzên gerîla 24’ê Gulanê saet 11:30’a nde rêya dinavbera gundê Zorava û Glîzerk û navbera Elbax-Bazîd’ê de xistin di bin qontrola xwe de. Di encma çalakiya sabotajê de, me duh diyar kiribû ku 9 leşker hatibûn kuştin, ji van 2 Berbaz, 3 çawîşên pispor bûn.

Artêşa TC saet 18:00’an û şûn de bi pêgeyên keşfê tevgerên keşfê pêk anîne, 2 helîkopterên bi tîpa Kobra û tankan herêma çalakiyê bomberdûman kirin. saet 20:00’an de jî qereqolên Şamiyan, Pira Evdê û qereqola Zarovayê jî bi tankan derdorî xwe topbaran kirin.

Ev çalakî ji bo bîranîna hevriyên me Azad Sîser û Çekdar Amed hetin lidarxistin.

Li devera Kirêhalaçê yê girêdayî Glîdagê artêşa TC zivistanê girek girtibûn. Artêşa TC 25’ê Gulanê di saet 21:00’ê şevê bi ketober devera Kirêhalaçê topbaran kirin.”