BI DÎMEN

HPG: Em Seyîd Riza û hevalên wî bi rêzdarî bibîr tînin

HPG'ê 5 gerîlayên li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr anî û got, "Ji bo pêkanîna xewn û xeyalên şehîdên xwe, em ê bi biryardarî têbikoşin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser nasnameya 5 gerîlayên roja 29'ê Mijdarê li Omerya jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 29'ê Mijdarê, artêşa Tirk li bejahiya Omerya ya Mêrdînê dest bi operasyoneke berfireh kir. Di vê operasyonê de, yekîneyeke me ya gerîla ya bi fermandariya hevalê me Seyîd li dijî dijmin şer kir. Di vî şerî de 5 hevalên me şehîd bûn."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Hevrê Seyîd salên dûr û dirêj di nava refên PKK'ê de kedeke mezin da û xurtî têkoşiya. Di serî de herêmên Mêrdîn û Botanê, li gelek eyaletên Herêmên Parastinê yên Medyayê, di asta rêveberiyê de bi erka xwe rabû. Bi erka ku li Akademiya Şehîd Mahîr pê rabû, ji bo afirandina hêzeke gerîla ya profesyonel kedeke mezin da û bi sedan hevrêyên xwe kir xwedî rêbaz û taktîka gerîlatiya 24 saetan. Xebatên perwerdeyê bi rengekî gelekî hesas meşand.

Hevalê Seyîd ku hestên welatparêziyê pê re xurt bû, bi sekna xwe ya bi daxwaz û bi biryar dihate naskirin. Her wiha şoreşgerekî mînak bû, ku coş û kelecana mezin a hêviya gelekî hesreta azadiyê dijiya. Hevrê Seyîd bi têgihiştina 'Ji bo xwedîderketina li têkoşîna gelekî her tişt jê hatiye standin, Rêberê me û partiya me hemû derfet, rê û rêbaz afirandine' bi erka xwe rabû. Wî her tim berê xwe da qadên herî dijwar ên şer ên li Bakurê Kurdistanê. Bi sekna xwe ya têgihiştî, durustî, hezkirina ji hevrêyên xwe û dilnizmiya xwe, her tim bû milîtanekî mînak ê Apoyî.

Tevî hevrê Seyîd, hevrêyên me Rêber, Tîrêj (Halîl Tekîn), Serhat (Etkîn Yilmaz) û Dilovan (Mehmet Vesek) dema bi erka xwe ya milîtaniya şoreşger radibûn, tevlî karwanê şehîdan bûn.

Em her pênc hevrêyên xwe yên şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û ji bo bi serxistina doza wan a azadiyê ya pîroz û bicihanîna xeyalên şehîdên me, em ê bi birdarî têbikoşin û bi bîranînên wan re dilsoz bin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya 5 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, bi vî rengî ye:

Nasnav: Dilovan Botan
Nav paşnav: Mehmet Vesek
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Maşallah-Tahsîn
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Mijdara 2016 / Mêrdîn

Nasnav: Serhat Qoser
Nav paşnav. Etkîn Yilmaz
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Yusra-Necmettîn
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Mijdara 2016 / Mêrdîn

Nasnav: Seyîd Riza Gelhat
Nav paşnav: Hasan Tûran
Cihê ji dayikbûnê: Îzmîr
Dayik-Bav: Rahîme-Azîz
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Mijdara 2016 / Mêrdîn

Nasnav: Tîrêj Amed
Nav paşnav: Halîl Tekîn
Cihê ji dayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Halîme-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Mijdara 2016 / Mêrdîn

Nasnav: Rêber
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Mijdara 2016 / Mêrdîn