HPG: Em hevrêyên xwe yên li Şemzînanê şehîd bûn bi rêzdarî bibîr tînin

HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî 7 gerîlayên li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. Di daxuyaniyê de nasnameya gerîlayan hate eşkerekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gerîla Çekdar (Mûrat Beybek), Êrîş (Mûrat Îçer), Tolhildan (Mûrat Taraş), Yilmaz (Bariş Erkaçmaz), Artêş (Sedat Levet), Dunya (Selma Obût) û Şevîn (Nûran Yardimci) yên li herêma Şemzînanê jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.

Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî ye:

Hişmendiya azadiyê ku bi destanên lehengiyê yên li Kurdistanê derket holê, îro di dilê bi mîlyonan kesî de, weke daxwazeke mezin a têkoşînê veguheriye afirandina jiyaneke nû. Gelê Kurdistanê ku ji bo cihê xwe yê bi rûmet di dîroka mirovahiyê de bigire şer dike, di vê oxirê de bi her awayî fedakariyê dike. Dîroka têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK'ê derket holê, nîşaneya şênber a vê rastiyê ye. Û weke tevgera şehîdan, dîrokeke bêhempa nivîsandiye.

Şerê sala 2016'an di vê berxwedana dîrokî de xwedî cihekî cuda ye. Mêtîngeriyê konsepta xwe ya êrîşên herî giran di nava vê salê de xistiye dewrê. Operasyonên herî berfireh ên ji bo tinekirinê dis ala 2016'an de hatin meşandin.

Hevrêyên me Çekdar (Mûrat Beybek), Êrîş (Mûrat Îçer), Tolhildan (Mûrat Taraş), Yilmaz (Bariş Erkaçmaz), Artêş (Sedat Levet), Dunya (Selma Obût) û Şevîn (Nûran Yardimci, di nava şert û mercên herî giran de ev şer pêşwazî kirin û di demên cuda de şehîd bûn. Bi wesîleya şehadeta wan em van hevrêyên xwe bibîr tînin.

Ev ewladên leheng ên pêşeng ên gelê me, ku ti carî li ber neheqiyê bêdeng neman, her roja li nava refên gerîla bi rûmetdarî û bi rengekî azad jiyan. Ev berxwedana bi heybet û bi rûmet a gelê Kurdistanê weke sekna pîroz a jiyana azad pejirandin û ji bo jiyana herî bedew biparêzin di vê oxirê de canê xwe feda kirin, şehîd bûn.

Heft hevalên me, ku di şerê berxwedanê yê ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Şemzînanê de şehîd bûn, di gelek pêngavên li dijî operasyonên artêşa Tirk de cih girtin û bi gelek çalakiyên xwe yên bi bandor, nehiştin dagirkerî bi pêş ve biçe. Em hemû hevrêyên xwe yên di dema vê berxwedanê de şehîd bûn careke din bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û dibêjin, em ê şopdarên ruhê wan ê fedayî bin.

Nasnameya gerîlayan bi vî rengî ye:

Nasnav: Artêş Patnos
Nav paşnav: Sedat Levet
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav-Sevgul-Bûrhanettîn
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Şemzînan

Nasnav: Çekdar Xelîla
Nav paşnav: Mûrat Beybek
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Leyle-Îsmet
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2016 / Şemzînan

Nasnasv: Dunay Êlih
Nav paşnav: Selma Obût
Cihê ji dayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Şemsîhan-Abdûllah
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Şemzînan

Nasnav: Êrîş Amed
Nav paşnav: Mûrat Îçer
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Besra-Hasan
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2016 / Şemzînan

Nasnav: Şevîn Agirî
Nav paşnav: Nûran Yardimci
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Naîle-Halîl
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Şemzînan

Nasnasv: Tolhildan Gever
Nav paşnav: Mûrat Taraş
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Zuleyha-Hatim
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2016 / Şemzînan

Nasnav: Yilmaz Ozalp
Nav: Paşnav: Bariş Erkaçmaz
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sîmhazar-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2016 / Şemzînan