HPG: Em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin

HPG'ê 6 gerîlayên li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Em ê wezîfeyên dîrokî yên ku 6 hevalên me yên gerîla radestî me kirine bi cih bînin û têkoşîna xwe bi ser bixînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser 6 gerîlayên di sala 2016'an de li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şerê li Kurdistanê, hem jiyaneke têkoşîneke mezin a bi fedakariyan ferz dike, hem jî jiyaneke zane û rêxistinbûyî ya bi pêşengiya Rêber Apo pêkan kiriye. Rastiya gel ê ku bi şerê vejînê xwe ji nû ve afirand, milîtanên rêxistinbûyî yên bi pêşengiya tevgear me PKK'ê û hêza bi ser xistinê, derxistiye holê."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, şerê sala 2016'an bi vê giraniyê hatiye meşandin û hat gotin, "Hevrê Egîd Erkendî jî bi vê mîsyona dîrokî rabûye û bi sekneke milîtanî nêzî pêvajoyê bûye."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hevrê Egîd, ku di emrekî ciwan de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, di demeke kurt de bû xwedî tecrûbeyên kûr û bû yek ji fermandarên me ku bi hesasiyeteke mezin wezîfeyên xwe yên serdemî bi cih anî. Hevrê Egîd, pêngav û biryarên serdemî yên tevgera me ya azadiyê bi cidiyeteke mezin nirxandiye û li her herêma lê ye bi cih aniye. Bûye xwedî sekneke bi mînak a berpirsyariya milîtaniya Apoyî.

Hevrê Egîd, zêdeyî bîst salan li herêmên herî giran ê şer ma, li Botan û Zagrosan li dijî mêtîngeriyê çalakiyên bi bandor lidar xist û di vir re bi roleke diyarker rabû. Hevrê Egîd, ku bi sekna xwe ya bi bandor, bi pisporiya şer û taktîkên gerîla dihat naskirin, di heman demê de bi hezkirin û dilsoziya hevrêtiyê re, hezkirin û hurmeteke mezin di dilê hevrêyên xwe de şîn kir.

Di serî de hevalê Egîd Erkendî (Suleyman Bagriyanik) em hevrêyên xwe Egîd (Kawa Mahmûdpûr), Brûsk (Ramazan Ozrek), Cûmalî (Ceyhûn Dîrîn), Çirav (Şivan Olmez) û Harûn (Mazhar Avras) ên di meha Gulanê de li Şemzînanê di şerê berxwedanê de şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê gerîlatiya serketinê ya ku wan danîne pêşiya me bi cih bînin. Wan li ser bingeha perspektîfên Rêber Apo 24 saetan gerîlatî kirin, di her kêliyê de tol ji dijmin hilanîn û bi sekna xwe ya şerker û serketinê bûn mînak.

Em ê sekna jiyaneke serketinê ji xwe re esas bigirin, wezîfeyên dîrokî yên 6 hevalên me yên gerîla yên bi ruhê lehegniyeke mezin radestî me kirin bi cih bînin û têkoşîna xwe bi ser bixînin."

NASNAMEYA GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya 6 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ye:

"Nasnav: Egîd Welat
Nav paşnav: Kawa Mahmûdpûr
Cihê jidayikbûnê: Ûrmiye
Dayik-Bav: Mexmer-Elî
Dem û cihê şehadetê: Gulana 2016 / Şemzînan

Nasnav: Egîd Erkendî
Nav paşnav: Suleyman Bagriyanik
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Besê-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: Gulana 2016 / Şemzînan

Nasnav: Brûsk Tendurek
Nav paşnav: Ramazan Ozrek
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Yildiz-Abdurrahman
Dem û cihê şehadetê: Gulana 2016 / Şemzînan

Nasnav: Cûmalî Înce
Nav paşnav: Ceyhûn Dîrîn
Cihê jidayikbûnê: Îzmîr
Dayik-Bav: Fatma-Cevat
Dem û cihê şehadetê: Gulana 2016 / Şemzînan

Nasnav: Çirav Zagros
Nav paşnav: Şivan Olmez
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Cariye-Kasim
Dem û cihê şehadetê: Gulana 2016 / Şemzînan

Nasnav: Harûn Şahîn
Nav paşnav: Mazhar Avras
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Hamîde-Zubeyît
Dem û cihê şehadetê: Gulana 2016 / Şemzînan