HPG’ê têkîldarî Kerkûkê daxuyanî da

HPG’ê têkîldarî şerê li Kerkûkê got; “Gerîlayên Kurdistanê ku li dijî hemû cure êrîşên ji ewlehiya gelê me û mirovên herêmê berpirs e, ji niha û weke berê kirî ji niha û şûn de jî her dem wê amade be ku vê peywira xwe ya girîng pêk bîne.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ku têkîldarî êrîşa li dijî Kerkûkê da, wiha got; “21’ê Cotmehê çeteyên DAIŞ’ê bi ser Kerkûk û derdora wê de êrîşeke berfireh li dar xistin. Ji ber ku ewlekariya jiyanê ya gelê me kete talokeyê, li dijî êrîşa pêk hatî, komeke gerîlayên me bi Fermandariya Asayişê ya Kerkûkê û fermandariya Pêşmergeyan re operasyoneke hevpar li dar xistin. Di roja pêşî de ev êrîş bi giştî hatin şikandin û gelek endamên çeteyan hatin kuştin. Roja duyan êrîş hatin şikandin û herêm ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin û ewlehiya jiyanê ya gelê me hatiye pêkanîn. Hêza me ya gerîla ya ku tevlî operasyonê bûyî piştî operasyonê li baregehê xwe vegeriyane.

Gerîlayên Kurdistanê ku li dijî hemû cureêrîşên ji ewlehiya gelê me û mirovên herêmê  berpirs e, ji niha û weke berê kirî ji niha û şûn de jî her dem wê amade be ku vê peywira xwe ya girîng pêk bîne.”