HPG'ê nasnameya 7 gerîlayan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 7 gerîlayên li gundên Xerabê Bava û Taletê yên Nisêbînê di operasyonê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 7 gerîlayên li gundên Xerabê Bava û Taletê yên Nisêbînê di operasyonê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li ser operasyona 11'ê Sibatê ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, ku zêdeyî 20 rojan dewam kir, navenda me daxuyaniyek da bû. Ev operasyon di serî de li gundên Xerabê Bava û Taletê, li qadeke berfireh hate meşandin. Me ragihandibûn ku di encama vê operasyonê de komek ji hevalên me yên gerîla şehîd bûne. Nasnameya 7 gerîlayên me yên di vê komê de şehîd bûn, zelal bû.

Hevalên me Behzat (Mevlut Canbaşi), Firat (Agît Elmas), Hebûn (Kadriye Çelîk), Nûsaybîn (Lezgîn Sefer), Serdar (Îhsan Ersoy), Serdar (Şoreş Erguder) û Zerdeşt (Îdrîs Çelîk), ku barê şoreşê hilgirtin ser milê xwe, bi baweriya mezin a ji têkoşînê bûn milîtan û li çiyayên Kurdistanê bi erka xwe rabûn. Em hevalên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin, ku em ê bi şerê xwe yê mezin ê fedayî soza serketinê ya ku wan dewrî me kirine, bidomînin."

NASNAMEYA GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya 7 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan wiha ye:

Nasnav: Behzat Elefterya
Nav paşnav: Mevlut Canbaşi
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Behiye-Enver
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Sibatê-1'ê Adara 2017'an / Mêrdîn

Nasnav: Firat Bîtlîs
Nav paşnav: Agît Elmas
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Necîbe-Maşallah
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Sibatê-1'ê Adara 2017'an / Mêrdîn

Nasnav: Hebûn Viyan
Nav paşnav: Kadriye Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Zelîha-Abdulvahît
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Sibatê-1'ê Adara 2017'an / Mêrdîn

Nasnav: Nûsaybîn Roj
Nav paşnav: Lezgîn Sefer
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Şerîfe-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Sibatê-1'ê Adara 2017'an / Mêrdîn

Nasnav: Serdar Çekdar
Nav paşnav: Îhsan Ersoy
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Emîş-Îsmet
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Sibatê-1'ê Adara 2017'an / Mêrdîn

Nasnav: Serdar Kanîroj
Nav paşnav: Şoreş Erguder
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Şîrîn-Dervîş
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Sibatê-1'ê Adara 2017'an / Mêrdîn

Nasnav: Zerdeşt Arî
Nav paşnav: Îdrîs Çelîk
Cihê jidayikbûnê: -
Dayik-Bav: Şahîde-Mehmet Saît
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Sibatê-1'ê Adara 2017'an / Mêrdîn