HPG'ê berpirsyariya çalakiya li Manîsayê girt ser xwe: Zêdeyî 20 leşker mirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku di çalakiya 28'ê Nîsanê ya li navbera navçeyên Manîsa Soma û Kirkagaçê de herî kêm 20 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand, çalakiya 28'ê Nîsanê ya li navbera navçeyên Soma û Kirkagaç ên Manîsayê ji aliyê HPG'ê ve hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniya navendê de hat ragihandin, ku di çalakiya 28'ê Nîsanê ya li navbera navçeyên Manîsa Soma û Kirkagaçê de herî kêm 20 leşker hatine kuştin.

ZÊDEYÎ 20 LEŞKER MIRIN

Daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Roja 28'ê Nîsanê, li ser rêya navbera navçeyên Soma û Kirkagaç ên Manîsayê, li dijî ekîbên jendermeyan, yekîneyên me yên HPG'ê 2 çalakiyên sabotajê pêk anîn. Çalakiya destpêkê li hemberî ekîbên jendermeyan hat lidarxistin, çalakiya duyemîn jî li dijî hêzên dijmin ên hatin destwerdanê pêk hat.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di çalakiya destpêkê ya li hemberî nîv-otobuseke leşkerî de zêdeyî 20 leşkerên dijmin hatin kuştin."