HPG: 6 polîs, 4 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li Çewlik û Şirnexê çalakî li dar xistin, qasî ku hat tespîtkirin 6 polîs û 4 leşker mirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 22’yê Cotmehê saet 23.00’an gerîlayan ji 3 baskan ve bi ser navenda navçeya Dara Hênê ya Çewlikê de girtin.

HPG’ê di berdewama daxuyaniyê de got; “22’yê Cotmehê saet 23.00’An Hêzên me ji sê baskan ve bi ser Dara Hênê ya Çewlikê de çalakiyek li dar xistine.

Baskê pêşî mala ku qeymeqamê navçeyê lê dimîne û yekîneyên ku ewlekariya wî pêk tînin bi çekên ferdî û çekên RPG-7’an bi bandor derb li wan xistin. Li vir derbeke serketî li mala qeymeqam hate xistin û her wiha, li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin qeymeqamê navçeyê Abdullah Koklu birîndar bûye.

Baskê duyemîn jî bi çekên ferdî û RPG-7’an li Midûrîyeta Emniyetê xistine. Li vir hijmara mirî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.

Baskê sêyemîn jî bi serkeftî li nuqteya kontrolê ya  polîsan û wesayitên zirxî xistiye. Di dema çalakiyê de jî bi ser panzêrên zirxî de ku hatibûn mudaxle bikin bi wesayita bombebarkirî û çalakiya sabotajê bersiv hatiye dayin. Li vir panzêr bi temamî hatiye rûxandin; 6 polîs hatine kuştin û 4 polîs jî birîndar bûne. Ev çalakî ji bo bîranîna wan hevalên me ku li Çelê û Dêrsimê şehîd bûne, hatiya pêkanîn.”

LI QILEBANÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

HPG’ê, derbarê çalakiyên li Qilebanê jî agahî dan û got; “

23’yê Cotmehê saet  05.40’an li ser mintiqeya Deriyê Dawetiya ya Qilebanê ya Şirnexê balafirên şer ên artêşa TC’ê çûn û hatine, di heman demê de leşkeran jî xwestin ku têkevin qadê u operasyona bejahiyê bidin destpêkirin. Piştî ku Hêzên me yên Gerîla hişk bersiva dane wan şerekî rû da. Li vir windahiyên leşkeran çêbûn lê hijmar bi zelalî diyar nebûne. Piştî şerê rû dayî leşker ji qadê vekişiyan û balafiran qad bombe kir. 24’ê Cotmehê (îro) saet 08.00-09.00’An di navbera Hêzên me û leşkeran de şerekî domkurt rû da û di encamê de 4 leşker hatin kuştin. Tevgera artêşa TC’ê ya li qadê berdewam dike.

22’yê Cotmehê saet 12.00-14.30’an gerîlayên me yên YJA Starê bi çekên giran êrîş birine ser qereqola Tekevê, hijmara mirî û birîndarên dijmin ên li vê derê tam zelal nebûne.”

NASNAMEYÊN 4 GERÎLAYÊN HAT EŞKEREKIRIN

HPG’ê têkîldarî gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane jî ev ragihandin:

"20’ê Cotmehê saet 05.00’an li derdora gundê Metmûr a Licê ya Amedê dema ku komeke me ya gerîla li peywira xwe vedigeriya li leşkeran rast hatine û şerekî rû da. Saet 10.00’an şerekî rû da û me berê gotibû di encamê de gerîlayekî me şehîd bûye. Agahiyên sicîlê yê hevalê me yê ku şehîd bûye wiha ye;

Nasnav: Zenda Bêrîtan

Nav û Paşnav: Gulten Dîk

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayîk- Bav: Feyrûz - Cîhangîr

Cih û Dîroka Şehadetê: Amed / 20’ê Cotmeha 2016

5’ê Cotmehê li qadên Karabiya, Inganî, Aşkîta û Karapûla ya Elbak a Wanê artêşa TC’ê operasyonek da destpêkirin, di şerê vê operasyonê de hevrêya me ya bi navê Amara Diljin (Emîne Aydemîr) , 7’ê Tebaxê di encama êrîşa hewayî ya operasyona bi ser qada Garisa a Sêrtê de hevala me Rozerîn Bêrîtan (Dilber Aksu) û 4’ê Hezîranê di çalakiya qada Milê Kêrê ya qada Besta ya Şirnexê de jî hevrêyê me Kahraman Qamişlo (Muhammed Enter) şehîd bûbûn. Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Amara Diljin

Nav û Paşnav: Emîne Aydemîr

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayîk- Bav: Celîle - Muhammed

Cih û Dîroka Şehadetê: Wan / 5’ê Cotmeha 2016

***

Nasnav: Kahraman Qamişlo

Nav û Paşnav: Muhammed Enter

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Navê Dayîk- Bav: Medîne – Muhammed Emîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex / 4’ê Hezîrana 2016

***

Nasnav: Rozerîn Berîtan

Nav û Paşnav: Dîlber Aksû

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayîk- Bav: Nezahat - Ahmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 7’ê Tebaxa 2016"

...