HPG: 15 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Wan, Şirnex, Colemêrg, Osmaniyê û Mêrdînê, qasî ku hate tespîtkirin 15 leşker kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîlayan ku her diçe berbelav dibe, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya HPG’ê de ev hatin gotin:

WAN

 “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de; 22’yê Tebaxê saet 22.00’an hêzên me li dijî qereqola Darînos a girêdayî navçeya Şax a Wanê çalakiyek berfireh li dar xistin. Hêzên me ji 5 baskan ve bi awayekî bi bandor li 12 çeperan xistin, 3 bask jî ket êrîşê. Li hemberî gerîlayên me ku hê neketibûn nîzamiyeyê, leşkeran dest ji cihên xwe berdan û reviyan. Li ser vê jî 6 çeperên li nizaniyeyê û derdora wê bi çekên ferdî û bombeyên destan ve bi awayekî bi bandor hate hedefkirin. Çeperên li vir hatin rûxandin; gerîlayên me çûn ser 3 cenazeyên leşkeran.

Her wiha, hêzên me bi çekên roketavêjê yên RPG-7 ve çeperên çeka A-4 û tank îmha kirin; gelek çeperên li derdora qereqola jî hatin derbkirin. Di encama çalakiyê de leşkeran dest ji çeperên xwe berdan û ber bi gundê Darînosê ve reviyan. Li vir jî 7 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi 3 helîkopterên bi tîpa Skorsky ve mirî û birîndarên xwe rakir navenda Wanê û navçeya Mehmûdî. 23’yê Tebaxê artêşa TC li derdora qereqolê dest bi operasyonekê kiriye û di heman rojê de bêencam vekişiyaye. Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêbertiya me hate lidarxistin.

ŞIRNEX

23’yê Tebaxê saet 14.15’an hêzên me li dijî leşkerên ku li Tabûra Girê Cotyar a li Şirnexê di navbera wesayîtên bi tîpa Rîo kom bibûn, çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

22’yê Tebaxê saet 16.00’an hêzên me di rêya navbera qereqola Elemûn û girê Şehîdan de ku li çoltera navçeya Qileban a Şirnexê ye, li dijî kontrayekî çalakiya sabotajê li dar xist. Piştî çalakiyê, roja 23’yê Tebaxê saet 14.00’an de hêzên me li dijî wesayîtek zirxî ya hat cihê bûyerê jî çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayît rûxiya, 4 leşker mirin, yek jê ustegmen e.

COLEMÊRG

23’yê Tebaxê saet 10.30’an hêzên me di navbera qereqolên Mamreş û Bêzokê de ku girêdayî qada Şemzînan a Colemêrgê ne, li dijî wesayîta zirxî ya Kîrpî çalakiya sabotajê li dar xistin û ev wesayît bi temamî şewitiye û îmha bûye. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi çekên giran li qada çalakiyê da.

OSMANIYE

21’ê Tebaxê danê sibehê artêşa TC li çoltera gundê Kaypak ê girêdayî navçeya Hasanbeylî ya Osmaniyeyê operasyonek daye destpêkirin. 22’yê Tebaxê saet 09.00’an yekîneyek gerîlayên me yekîneyek ku kemîn daniye ferq kir û çalakî li dar xist. Li vir kuştiyên dijmin çêbûne, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi helîkopterên Skorsky ve mirî û birîndarên xwe rakirine. Operasyone 23’yê Tebaxê danê êvarî vekişiyaye.

MÊRDÎN

20’ê Tebaxê danê êvarî artêşa TC li gundên Ewêna, Cilîn, Şûtê, Kevsan, Qirdîlek, Quzerîp, Derîş û Cirze yên girêdayî navçeya Stewr a Mêrdînê operasyonek daye destpêkirin. Operasyon, 23’yê Tebaxê danê êvarî bêencam vekişiyaye.

ERZIROM

21’ê TEbaxê komek gerîlayên me dema li gundikê Xendek ê girêdayî gundê Çevîrmen a navçeya Tekman a Erziromê diçûn wezîfeyê bi leşkeran re hevrû bûne û şer qewimiye. Li vir 2 gerîlayên me şehîd ketin, sivîlekî li qadê jî ji ber gulebaran polîsan jiyana xwe ji dest daye.”

NASNAMEYÊN 2 GERÎLAYAN

Nasnameyên 2 gerîlayan wiha ne:

Nasnav: BerxwedanJiyan

Nav û Paşnav: Nûri Kaçmaz

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik û Bav: Emîne - Huseyîn

Dîrok û Cihê Şehadetê: 21’ê Tebax 2016 / Erzirom

 ***

Nasnav: Orhan Sêrt

Nav û Paşnav: Hakî Atakan

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayik û Bav: Edîbe - Îbrahim

Dîrok û Cihê Şehadetê: 21’ê Tebax 2016 / Erzirom

...