HPG: 15 dagirker hatin cezakirin

Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên ji bo bîranîna Şehîdên Gulanê dewam dikin. Di çalakaiyan de 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, konek jî hate îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Li herêmên Zap û Avaşînê li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger, berxwedana dîrokî ya hêzên me dewam dike. Hêzên me di nava şert û mercên herî giran de bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe didin, şer dikin û derbên giran li dagirkeran dixin. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî hêzên me bi bikaranîna çekên kîmyewî bênavber sûcên şer dike. Tevî ku dagirkeran 39 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li çeperên berxwedanê barandin, hêzên me gelek çalakiyên xurt lidar xistin. Di encama van çalakiyan de 15 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û konekî leşkerî hate îmhakirin.

Hêzên me yên li Zap û Avaşînê, di şexsê rêberê me yê nemir ê şoreşger hevrê Hakî Karer de ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê çalakî lidar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ;

17'ê Gulanê saet di 17:00 de li qada berxwedanê ya Şehîd Dilgêş a li Mervanosê, hêzên dagirker ên ji bo armanca leşkerî rê çêdikirin, ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin û ji nêz ve li dagirkeran hate xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

18'ê Gulanê saet di 16:45 û 17:00 de li dijî dagirkerên ku dixwestin bi çekên kîmyewî bombeyan li Qada Berxwedanê ya Werxelê bibarînin, hêzên me bi çekên giran û sabotajê çalakî kirin. Di encama van çalakiyan de dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin?

18'ê Gulanê saet di navbera 10:00-18:00 de artêşa Tirk a dagirker 22 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li Qada Berxwedanê ya Werxelê barandin.

LI HERÊMA ZAPÊ;

18'ê Gulanê saet di 12:30'î de hêzên dagirker xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran ve bên, hêzên me jî bi sûîqestê li dagirkeran dan û di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Saet di 13:40'î de hêzên me vê carê ji cihekî nêz ve li dagirkeran xistin. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin. Heman rojê saet di 14:30'î de dagirkeran xwestin bi pêş ve biçin. Hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî careke din li dagirkeran xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Cenazeyên 2 dagirkerên hatin cezakirin li qada di bin kontrola hêzên me de ne man, danê êvarê artêşa Tirk a dagirker karîbû cenazeyekî bibe.

19'ê Gulanê saet di 05:10'an de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrişî çeperên şer bikin. Hêzên me bi çekên ferdî li dagirkeran dan. Di encamê de teqemeniya dagirkeran bi dagirkeran teqiya û 2 dagirker hatin cezakirin.

18'ê Gulanê saet di 11:10'an de konekî dagirkeran ê li dora çeperên şer ên li qada Şehîd Berxwedan a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate tespîtkirin.

18'ê Gulanê saet di 12:30'î de li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên Kevirêkun ê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, hêzên me ji nêz ve bi çekên ferdî çalakî kirin. Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran bi du helîkopterên êrişê xwestin bombeyan li qadê bibarînin. Bi destwerdana hêzên me re neçar man ji qadê biçin.

Di 18’ê Gulanê de bi şev dema helîkopterên êrişê xwestin qada Qela Çemço bomberdûman bikin, hêzên me li helîkopteran reşandin. Ji ber mudaxeleya hêzên me helîkopterên êrişî neçar man ji qadê vekişin.

Di 18 û 19’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 17 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên li Şehîd Berxwedan û Qada Berxwedanê ya Girê Cehennemê bomberdûman kirin.

ÊRIŞÊN BI BALEFIR, HELÎKOPTER Û OBUSAN

Artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bi balefirên şer, helîkopterên êrişê û obusan bi dehan caran bomberdûman kirin. 

Agahiyên derbarê êrişan wisa ye: 

Di 18’ê Gulanê de qadên Girê Amediyê, Girê Cûdî, Girê FM, Karker, Girê Ortê, Çiyareş, Kurojahro, Saca, Çemço, Sîda û Girê Rûbar bi obusên ji qereqolên li ser sînor, helîkopterên êrişê û 29 caran bi balefirên şer hatine bombekirin.

Di 18’ê Gulanê de jî Girê Hakkarî yê girêdayî herêma Metînayê 2 caran bi balefirên şer hate bombekirin. 

Di 18’ê Gulanê de berpalên Girê Şekîf ên herêma Xakurkê 2 caran bi balefirên şer hate bombekirin."