BI DÎMEN

Hosta Resûl: Divê hêzên Kurd ji sedî sed bibin yek

Endamê Komîteya Navendî ya YNK'ê û Berpirsyarê eniya Kerkûkê Hosta Resûl, ji bo parastina hevpar a Kurdistanê bang li hêzên leşkerî yên Kurd kir ku tavilê di bin sîwanekê de bicivin.

Endamê Komîteya Navendî ya YNK'ê û Berpirsyarê eniya Kerkûkê Hosta Resûl, ji bo parastina hevpar a Kurdistanê bang li hêzên leşkerî yên Kurd kir ku tavilê di bin sîwanekê de bicivin.

Endamê Komîteya Navendî ya YNK'ê Resûl ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku pêşmerge û gerîla niha ewlekariya Kerkûkê dikin, lê belê ev yek nayê wê wateyê ku xeterî bi temamî ji holê rabûye. Resûl got, "Heta ku DAIŞ hebe li her devera Kurdistanê xeterî heye. Lê belê derba li Kobanê, Girê Spî û Kerkûkê beriya niha xwarin, wê li her cihê êrîş bikin, bixwin."

Li eniya Kerkûkê niha rewş çawa ye? Kîjan deverên Kerkûkê di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye?

Piştî têkoşîna pêşmerge û gerîla dikarim bêjim ku ewlekariya Kerkûkê bi temamî bicih hatiye. Niha li sînorê Reşad, Riyaz, Hewice DAIŞ heye. Di navbera me û DAIŞ'ê de ji herêma HÛmeyre heta cihê bi navê Seyît Xelef xetek heye. Û ev herêm bi 35 kîlometreyan dûrî Kerkûkê ne.

Armanca yekane ya çeteyên DAIŞ'ê qetilkirina mirovên sivîl e. Dema bi vî rengî were nirxandin, mîna gelek deveran gefa li ser Kerkûkê jî dewam dike. Lê belê me tedbîrên xwe yên ewlekariyê bi berfirehî girtine. Kobanê ji vî alî ve mînakeke gelekî zindî ye. Ji ber vê yekê hem li nava bajêr hem jî li derveyî bajêr haya hêzên pêşmerge û gerîla ji vê xeteriyê heye, di çeperên xwe de ne û bi zanebûna ku xeteriya DAIŞ'ê her tim heye, têkoşîna xwe dewam dikin.

Li vê eniyê mirov dikarin behsa xeteriyek DAIŞ'ê bikin?

Xeteriya DAIŞ'ê di rewşa heyî de ne tenê li Kerkûkê li tevahiya Kurdistanê heye. Kerkûk jî di nava hedefên çeteyan de ye.

Em saleke bi gerîla re sînorên xwe diparêzin. Mixabin ji gerîla jî li vê eniyê me du şehîd dan. Gerîla hem birîndar bû, hem jî hevalen Merwan û Armanc şehîd ketin. Lê belê ji roja destpêkê heta niha em li heman çeperê bi hev re şer dikin. Di navbera me û gerîla de ahengiyeke gelekî baş heye.

Pêşmerge û gerîla li vê eniyê bi hev re ne. Di navbera we de koordînasyonek çawa heye? Hûn ji aliyê parastina hevpar a Kurdan hebûna gerîla ya li vê qadê çawa dinirxînin?

Hebûna gerîla û pêşmerge li heman mewziyê, ji bo parastina Başûrê Kurdistanê bê guman gelekî watedar e. Çawa ku li Kobanê bi hev re têkoşîn hat meşandin, li vir jî heman tişt tê kirin. Em jî, gerîla jî ji bo heman neteweyê şer dikin. Gerîla û pêşmerge hêzên parastina neteweyî yên Kurdistanê ne.

Ez şehîdên Kobanê bi rêzdarî bibîr tînim. Bi taybetî gerîlayekî l eniya me şer kiribû. Gerîlayekî giranbuha, ewladekî Kurd bû. Bi rastî jî, ji ber ku şervanên ewçend leheng afirandiye divê mirov hurmetê nîşanî PKK'ê bidin, PKK'ê pîroz bikin.

Deverên girîng ên Rojava yên weke Kobanê, Girê Spî ketin destê YPG/YPJ'ê. Vê rewşê bandoreke çawa li eniya Kerkûkê li hêzên Kurd û li DAIŞ'ê kir?

Rizgariya Girê Spî ji bo Kurdan û bê guman ji bo têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê gelekî girîng e. Xwegihandina hev a her du kantonan gelekî baş bû. Hem di pratîkê de li qada şer serketineke mezin bi dest ket, hem jî ji aliyê psîkolojîk ve li hemberî dijmin serketineke mezin bi dest ket. Rizgariya Girê Spî bê guman ji aliyê aboriyê û wergirtina cebilxaneyê ve derb li çeteyên DAIŞ'ê xist.

Dibe ku çeteyên DAIŞ'ê li xeta Kerkûk û Germiyanê êrîşeke berfireh li hemberî hêzên Kurdan bike? Eger êrîşeke wiha rû bide, li pêşberî vê amadekariyên we çi ne?

Serketina li wê derê bandoreke mezin li eniya Kerkûkê jî kir. Çete wê li vê eniyê têk biçin. Kerkûk bajarekî gelekî girîng e. Ya yekemîn, ji aliyê aboriyê ve gelekî dewlemend e. Çavkaniyên mezin ên petrolê hene. Ya duyemîn, ji aliyê çandî ve cihekî dewlemend ê bawerî û etnîkên cuda ye. Heta ku gerîla û pêşmerge li vê eniyê di heman çeperan de bi hev re şer bikin, wê ti kes nikaribe Kerkûkê bi dest bixe. Ev yek ceribandin, lê bi ser nexistin. Ji niha û pê ve jî wê bi ser nekevin. Ji her deverê şervanên xwe lanîn. Ji Reqayê jî anîn. Lê belê nîvê wan hêzên çeteyên hatin eniya me, hatin kuştin.

Li ti deverê nîne ku nîvê yê çûne şer venegeriyane. Lê belê DAIŞ'ê li Kerkûkê derbek bi vî rengî xwar. Ez nabêjim ku wê careke din neyên. Wê hewl bidin bên, lê belê wê ti carî negihêjin armancên xwe.

Li herêmê hêzeke mîlîs a Heşd El Şebî heye. Ev hêz bi giranî li ku ye? Car carna alozî di navbera wan û pêşmergeyan de derdikeve. Sedema vê çi ye?

Em weke hêzên pêşmerge bi tenê li herêma Dûzê bi hev re şer dikin. Li Dûzê Kurd, Sûnî, Şîa hene. Weke hêza pêşmerge ji bo armanca hevpar em bi Heşd El Şebî tevdigerin û şer dikin. Bi taybetî li cihên Suleymanbeg û Zerga me bi hev re şer kirin. Ev herêm jî bi hev re hatin rizgarkirin û heta dema dawî di navbera pêşmerge û Heşd El Şebî de pirsgirêkeke cidî tinebû. Lê belê di demên dawî de hin pirsgirêk derketin. Lê pirsgirêkên mezin nînin û dikarin bi diyalogê çareser bibin. Heşd El Şebî hînê hêzeke mîlîs e, hêzeke rêk û pêk a leşkerî nîne.

Di nava hêzên Heşd El Şebî yên li Beşîr û Tazeyê, Tirkmen jî hene. Li van herêman ti pirsgirêk heta niha derneketin. Me gelek alîkarî dan hev. Weke min got, ji niha û pê ve jî bi dîtina min em dikarin pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.

Bi dîtina we pirsgirêka bingehîn a li sînorê we çi ye?

Li herêma Hewîce xeterî her tim heye. Li herêma Beecî çete bi temamî hatin şikandin. Ev herêm 35 kîlometre dûrî me ne. Li van deveran DAIŞ zilmê li gel dike. Li aliyê din êrîşên balafiran tên kirin, lewma gel ditirse. DAIŞ'ê heta niha li van deveran serê gelek kesan jê kir. Yên firsendê dibînin direvin. Jin, zarok tên cihê em lê ne. Em hewl didin mirovên ji van herêman tên bibin cihên ewle. Ev tiştekî însanî ye. Lê belê di rewşa heyî de em nizanin her mirovên ji DAIŞ'ê direvin sivîl in an na. Lewma hêzên asayîşê û polîs, neçar dimînin vê zelal bikin. Ji ber ku navê kesên têkiliya xwe bi çeteyan re heye li cem Asayîşê û Polîsan heye. Ev hatine tespîtkirin.

Kurd ji bo têkoşîneke bêhtir bi bandor bimeşîni, divê çi bikin?

Divê hêzên xwe bikin yek. Hemû hêzên Kurd, bang li PKK, PDK, YNK, PYD'ê dikim ku tavilê konferanseke hevpar lidar bixin. Divê demek ji ya din zûtir hêzên leşkerî yên Kurd di bin sîwana komîteyeke hevpar de bên cem hev. Li kîjan devera Kurdistanê xeteriyek rû bide, divê ev komîte biryara parastina wir bide. Pêwîste ev yek demek ji ya din zûtir were kirin. Ev hêz hemû jî hêzên neteweyî ne. Û niha li gelek deverên welatê me xeterî heye. Ji aliyê ruhî, armancê ve em hemû di heman rewşê de ne, hevpar in. Lê divê ev fermî bibe. Pirsgirêk ne tenê DAIŞ e, xeterî ji kê tê bila bê, divê li dij şer bê kirin. Tirk jî gefê li Rojava dixwin, eger pêwîstî pê hebe divê li wir jî tevgereke hevpar bê nîşandan.