Hisên Çawîş li hemû devera Şoreşa Rojava bû

Heya sala 4’an ku şehîd ketî jî Hisên Çawîş di nav xebatên leşkerî, siyasî, îdeolojîk û çapameniyê de cihê xwe digirt û bi bawerî, biryardariyeke qeyîm têdikoşiya. Ji ber ku pirhêlî û bê sînor tevlî nava şoreşê bûbû, weke bîra Şoreşa Rojava bû.

Şoreşa Rojava di zeman û mekanên ku nayên payîn de geşedanên nû bi xwe re tîne. Carinan ji geşedanên ku mirov li bendê ye, mirov ti agahiyê nastîne. Dîsa jî xemgînî yan jî kêfxweşiya agahiya ku mirov li bendê ye, di quncikekî dilê xwe de mirov dijî. Agahiyên ku mirov qet ne li bendê ye, pêşdîtina wê nekiriye jî mirov distîne, yan çavê mirov bostekê ji hev vedibin, devê mirov ji kêfan gazek vedibe û yan jî xemgîniyeke ku mirov qet naxwaze pê bawer be xwe li hemû ruhê mirov dipêçe.

20’ê Tîrmehê me gotinên Herekol , ‘’Êdî çavê me dibînin, em dijîn û hîs dikin ku Şoreşa Rojava êdî ne tenê ya Rojava ye, bûye gewherê şoreşa hemû Kurdistanê’’ yên ku di merasîma leşkerî de, li ‘Girkê Legê kiribûn, dixwînin û di manşetên piştî nîvro de Fermandariya Giştî ya YPG’ê radigihîne, ‘’Yek ji pêşengê Şoreşa 19’ê Tîrmehê, endamê fermandariya Giştî Herekol (Hisên Çawîş) jiyana xwe ji dest da.’’

Herekol bi navê xwe yê nav gel Hisên Çawîş ê qama wî qut, porê wî yê ku tayê sipî ketibûnê, di pêvajoyeke wiha ku şoreşê herî pir pêdivî pê didît, di qezayekê e şehîd ketina wî bêguman ji bo Şoreşa Rojava windahiyeke mezin bû. Di serî de hevrêyên wî roja 21’ê Tîrmehê bi hezaran gelê Rojava ku bi şehadeta wî ji kûr ve êşiyabûn, ji bo ku wî li Şehîdgeha Xebat Dêrik a li Dêrikê, ji bo rêwitiya dawî bi rê bikin, hatibûn cem hev.

DIXWEST FELSEFEYA OCALAN MAYINDE BIKE

Hisên Çawîş beriya bi salan di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cihê xwe girtibû, ji gelek qadên dijwar derbas bûbû û herikîbû nava Şoreşa Rojava. Ev tecrûbe û zanebûna xwe bi felsefe û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan hebandibû û ew bi hişmendiyeke kulturî ew veguherandinbû hêzeke entelektuel.

Herekol ku bi salan li çiyayê Kurdistanê li dijî serwerî û mêtingeriyê rawestiyabû, heman helwesta xwe ya bi biryar di zindanên faşîst ên Tirkiyê de jî nîşan dabû. Dema ku şoreşa Rojava derket holê, bêyî ku bikeve dudiliyekê, di germahiya şoreşê de cihê  xwe girt û ji bo ku felsefe û îdeolojiya Rêber Apo li Rojava mayinde bike xebitî û bi her devê re baz dida. Ji Dêrikê ta bi Kobanê di ji nû ve avakirinê de, di meclîsan de, di civînên gel de û dema ku pêdivî bi perwerdehiyê dibû herî pir li Herekol dihate gerîn. Di YPG’ê de ji bo guherîn û nûbûnê dema ku pêdivî bi dersdayinê hate dîtin her kesî çavê xwe li Herekol digerand. Di nav çarçoweya felfese û îdelojiya Ocalan de hemû zanebûn û tecrûbeya xwe li her qadê nîşan da.

Bêyî ku bibêje ev xebat biçûk e, ev mezin e, bi ruhekî şoreşger, li kûderê çalakiyek, dersek, bîranînek hebûya ew li wir bû. Di destê wî de pênûs û defter tim di nav lêhûrbûnê û lêgerînê de bû.

 ‘ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA HEMÛ KURDISTANÊ YE’

Di salvegera 4. a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de, ji bo ku tevlî çalakiyan bibe çûbû Girkê Legê. Ji bo di merasîma leşkerî de biaxive hatibû peywirdarkirin. Çawîş ku gav bi gav şoreşa ku ketibû sala çaran jiyabû, di pîrozbahiyên 19’ê Tîrmehê de digot, bandorên  Şoreşa Rojava tenê bi bi Rojava re ne sînordar e û digot, ‘’Şoreşa Rojava gewherê şoreşa hemû Kurdistanê ye’’ Bi bawerî û vîneke xurt tevlî nav Şoreşa Rojava dibû û hemû xebat bi hezkirin pêk dianî. Ji bo vê jî Çawîş digot, ‘’êdî em bi çavê xwe dibînin, dijîn û hîs dikin’’ ji bo Şoreşa Rojava û digot êdî ew tenê yê Rojava ye û ‘’gewherê Şoreşa tevahiya Kurdistanê ye’’

 ‘MÎMARÊ ŞOREŞÊ RÊBER APO YE’

Çawîş, beriya şehîd bikeve di merasîma ji bo pîrozbahiya 19’ê Tîrmehê de digot, di Şoreşa Rojava de keda herî mezin a Rêberê Gelê Kurd Ocalan e: ‘’20 salan li van xakan Rêber Apo ked  daye me. Mîmarê vê şoreşê Rêber  Apo ye, li kesên ku şehîd ûyin, ên ku bi xwîna xwe kirine ku şoreş bi pêş bikeve, li gelên Sûriyê, Kurd, Ereb, Suryanî û Ermenan pîroz be.

Tevgera me xwedî bigehekî ramanî û felsefî ye. Felsefeya Rêber Apo di her mijarê de me ronî dike. Rêber Apo nîşan îme daye ku li Kurdistanê, di nav gelan de pirsgirêk wê çawa werin çarserkirin. Rêber Apo ji bo  hemû Rojhilata Navîn perspektîfên çareseriyê diyar kirine. Tevgera me li ser van perspektîfan li helêkê li dijî xwedêgiravî rêxistinên Kurd, li hêla din li hemberî muxalîf, êrîşên rejîmê û şerê taybet ê dewleta Tirk bi xwe bawerî û biryardariyê têkoşîn daye. Jêderka serkeftinên Rojava felsefeya Rêber Apo ye. Rojava ispata felsefeya heqîqetê ya Rêber Apo ye.’’

‘ŞOREŞÊN NÛ LI BENDA ME NE’

Ne bi gelekî, beriya şehîd bikeve bi çend saetan, Herekol guherîn û geşedanên ku Şoreşa Rojava bi xwe re anîne vedigot û bi diyar dikir di herêmê de cihê herî bi ewle ku mirov bikaribe lê bijî Rojava ye, şoreşa Rojava guheriya Şoreşa Kurdistanê ye û bal kişandibû ser wê ku di sala 5. de divê mirov bêhtir bi bawerî, xurt û bi israr be: ‘’Em baş pê dizanin ku li pêş me rojên dijwar hene û şer neqediyaye. Şoreş çendî mezin bibe, divê em pê bizanibin ku wê şer jî li pêşiya me hebe û li gorî vê divê em tevbigerin. Divê em xwe bi rehetiyê ve bernedin. Rojên dijwar dibe ku derkevin pêşberî me. Ji bo vê jî ji her demê bêhtir em ji xwe bawer dikin û ji her demê bêhtir hêzdar in. Ne tenê azadkirina çend bajaran şoreşa Sûriyê li benda me ye. Şoreşa Rojhilata Navîn li benda me ye. Divê em bi vê berpirsyariyê û hişmendiyê tevbigerin.’’

‘DI NAV TÊKOŞÎNÊ DE ŞOPA XWE  HIŞT’

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê de hate gotin, ‘’Endamên fermandariya giştî Herekol (Hisên Çawîş) ku kedeke mezin dabû Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê û  di salvegera şoreşê de tevlî nav karwanê şehîdan bûyî, di nav hemû heval, şervan û pêkhateyan de, di her qadê de wê bi meezinbûna xwe bimîne, rihê şoreşgerî yê ku bi kesayata xwe ya şoreşgerî afirandî wê her berdewam bike.’’

Di daxuyaniyê de ji bo Herekol dihate gotin, ‘’yek ji sembola lêgerokê heqîqetê bû di têkoşîna şoreşê ya bê rawestan a vê sedalê de’’ û wiha dihate gotin: 

‘’Ew ê li nav gelê Kurdistanê û di dilê civaka Rojava de tim bijî. Ew bi meşa xwe ya şoreşgerî, bûye sembola me ku divê şoreşgerî çawa be. Şoreşgerên rûmetdar gihan û mezin bûn ku rêwitiya wî ya tije serkeftin ji xwe re mînak girtibûn.’’

Fermandarekî wiha dilnizm bû ku bi fedekariya xwe li ser dirêjahî û firehiya xakên welatê xwe weke agirê şoreşê pê ketibû û bûbû gilokeke ji êgir a bê ser û ber.’’

YEK JI PÊŞENGÊ RASTEQÎN A CIVAKA AZAD Û DEMOKRATÎK

Heya sala 4’an ku şehîd ketî jî Hisên Çawîş di nav xebatên leşkerî, siyasî, îdeolojîk û çapameniyê de cihê xwe digirt û bi bawerî, biryardariyeke qeyîm têdikoşî. Ji ber ku pirhêlî û bê sînor tevlî nav şoreşê bûbû, weke bîra Şoreşa Rojava bû. Herekol di pêvajoyeke wiha ku rejîma faşîst a dewleta Tirk li Kurdistanê êrîşên xwe giran kiribûn û bê perwa bûbû, tevlî nav refên gerîla bûbû. Ji roja ku tevlê bûyî û heya roja ku şehîd ketî, roja 19’ê Tîrmehê jî peywirên şoreşê di her qadê de, her pêvajoyê de her gav pêk anî. Ji bo vê rewşa xwe jî hem bû fermandar, hem jî şervan û hem jî mamoste. Piştî ku di destê hêzên dagirker de bû hêsîr, 15 salan di zindanên faşîzmê de serê xwe netewand û bû parçyek ji berxwedanê.

...