Hîmê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk li Rimêlanê ye

Civîna hêzên ku ji bo Sûriyeyeke Demokratîk û azad têdikoşin ya li bajaroka Rimêlanê ya li Girkê Legê yê Rojava di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.

Di forûmê de ku bi dirûşma ,’’Federasyona Demokratîk Garantiya Yekitiya Sûriyê ye’’ Sûriyeya demokratîk nîqaş dike. Netewe dewlet ku ne tenê bela serê Rojhilata Navîn lê bela serê hemû dinyayê tê nîqaşkirin, her wiha federalîzma demokratîk, rêveberiya xweseriya demokratîk û çareseriya neteweya demokratîk tê analîzkirin.

Ji niha de em dikarin bibêijn ku encamnameya Platforma Diyalog û Nîqaşê ya Sûriyeya Demokratîk wê biryarên pir girîng di xwe de vehewîne.

HÊMANÊN HÎMÎ SIBEROJA SÛRIYÊ NÎQAŞ DIKIN

Pêkhatina forûmê û profîla kesên ku tevlî civînê bûyin jî bi serê xwe daneyên girîng bi dest me ve tîne. Ji ber ku taybetmendiya herî sereke ya van hêzên ew e ku temsîla dînamîkên navxweyî dikin û muxalefeta rastîn û demokratîk a Sûriyê ne. Ango hêzên gewherî yên Sûriyê siberoja Sûriyê nîqaş dikin. Têkildarî Sûriyê gelên  Sûriyê biryarê didin.

Di mijara Sûriyê de wêneyê halê hazir li ber me wiha ye: Civînên NY, NATO, hevdîtinên Rûsya-DYA jî di nav de platformên nîqaşê ne encamgir in, çareseriyê nayînin. Polîtîka û nakokiyên hêzên derve Sûriye kiriye qadeke ku dewlet lê şerê xwe bikin. Di hundir de jî gelek komên gir û biçik di nav hev de şerê hev dikin û ber bi danûstandinê ve nayên.

LI SÛRIYEYA KU BER BI DABEŞBÛNÊ VE HATIYE NÎQAŞÊN ÇARESERIYÊ

Di atmosfereke wiha de ku Sûriye bi awayekî fiîlî dabeş bûye pêkhatina civîneke bi vî rengî hem pêngaveke wêrekane û hem jî ji ber ku tekane platforma çareseriyê ye girîng e. Ev platform nîşan dide li gel navtêdan dewletên statûkoxwaz ên herêmê û mezhebîya ku bi hişmendiya netewdewletiyê çêbûye û dînparêzî û netewatiya hişkeber û dewletiyê aniye ber dabeşbûnê,  gelên Sûriyê bi hêza xwe ya gewherî dikarin çareseriyê pêk bînini. Bi pirzimaniya xwe ev platform prototîpa Meclîsa Sûriyeya Demokratîk nîşan dide.

SIBEROJA SÛRIYÊ LI ROJAVA YE

Pêkhatina civînê ya li Kurdistanê nîşaneya wê ye ku siberoja Sûriyê û istîkrara wê ji Rojava derbas dibe.

Endamên Partiya Karkirên Komunîst Hesam Elûş di civînê diyar kir azadiya gelên Sûriyê di xweseriya demokratîk de ye û endama komîteya amadekar Foza Yûsiv jî diyar kir li herêmê sîstema netew-dewletiyê têk çûye.

Sekreterê Giştî yê Partiya Goran Mutefa Qelecî diyar kir pergala federal sîstemeke demokratîk e ku ji dînparêziya hişk û netewatiya hişkeber dûr e û çareseriya krîza Sûriyê ne hêzên derve lê

hêzên dînamîk in.

Di civîna de ya herî girîng tê diyarkirin ku Kurd tenê ji bo Sûriyê modêleke alternatîf nadin, ew li ji bo paşverûtiya herêmê gel, bawerî û mezheban bi hev dide qirkirin jî alternatîfekê dide. Ev modêl wê ji bo Rojhilata Navîn bibe geşedaneke şaristanî, bi prensîba li dijî modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk wê bike ku dinya hilmekê bistîne.

Ji bo vê jî Şoreşa Rojava ji niha ve dibe hêvî ji gelên herêmê re ku di bin zilm û zordariyê de ne û ji bo mirovahiya pêşverû re. Şoreşa Rojava weke Şoreşa Fransa û Cotmehê xwedî wê zerengiyê ye ku rê li ber geşedanên girîng veke.

Di komxebatê de 20 partiyên Kurd, 5 partî û rêxistinên Ereb, Sûryanî, Asûrî hene. Komxebat ji ber ku berfirehtirîn beşên ku li Sûriyê hatine cem hev pêk tîne, temsîla yekîtiya demokratîk a Sûriyê ye. Divê em vê tenê jî weke hêmaneke bi serê xwe binirxînin. Ji hêla dî ve jî civandina 20 partiyên Kurd ji hêla yekîtiya netewî ve geşedaneke girîng e.

ARMANCA KU ŞOREŞÊ VEGUHEZÎNIN SÛRIYÊ

Kurd li cografyayeke wiha ku miliyetî û dînparêzî zîtirkan dide tekane hê e ku çaresriyê nîşan dide. Hêzên Şoreşê yên Rojava ku dewletên bi DAIŞ’ê re şer dikirin jî nekarîn heq jê derkevin, ji hêlekê ve pişt li DAIŞ’ê şikand û ji hêla din ve j îli avakirina sîstema demokratîk a Rojava û Sûriyê asê bû. Bi helwesta xw ya serbixwe ku weke ‘rêya  3.’ Bi nav dikirin her çi qasî ji rejîma BAAS û komên maşika hêzên derve re bû hedef jî bi berxwedana ku nîşan dayî û encamên ku bi dest ve anîn bû navendeke wiha ku herêm û dinya bala xwe dane ser.

JI 2011’AN HETA NIHA: ŞOREŞÊ ZÎL DA Û BEJN AVÊT

Dema ku tevgerên gel 2010’an li Tûnis û Misrê dest pê kirî, Adara 2011’an dema ku xwe gihandî Sûrî bêguman ên herî hazir û amade Kurd bûn. Li erdên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 salan ked lê dayî kulîlka şoreşê zîl da. Kurd di serî de li Cizîr, Efrîn û Kobanê li bajarên ku lê dijiyan bilez ji hêla siyasî û leşkerî ve xwe bi rêk xistin. Partiya Yekitiya Demokratîk u 2003’an ava bûyî bêhtir çalak bû, 2011’an jî 6 partiyên Kurd hatin cem hev û Tevgera Civaka Demokratîk (TEVDEM) pêk anîn. Di heman salê de Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê hate avakirin.

Kurd 2011’an geşedana mezin 2011’an pêk anîn. 2012’an YPG hate ragihandin ku bi têkoşîna dijî DAIŞ’ê û komên radîkal û dijî mirovî û bi serkeftina xwe navê xwe gihande hemû dinyayê.

19’ê Temûzê 2012’an sîstema xweser hîmê xwe danî, 2014’an bi navê Kantonê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kirin. 2014’an, Çile jî kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê hatin ragihandin.

PERGAL KONAXEKE KU BI DEST VE ANÎ

Lêgerîna rejîma demokratîk ku bi sîstema kantonî dest pê kirî, bi ragihandina Federasyona Bakurê Sûriye- Rojava ku 17’ê Adara 2016’an hatî ragihandin kete qonaxeke dî. Beriya niha di 10’ê Kanûna 2015’an de bi ragihandina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û 12’ê Cotmeha 2015’an de bi ragihandina QSD’ê ku di xwe de gelek tabûrên şoreşger û fermandar cih digirin û ji şervanên Kurd, Ereb, Sûryanî, Çeçen, Turkmen pêk dihat, nîşan da ku ev şoreş berê xwe daye Sûriyê û li Sûriyeyê demokrasî daye ber xwe.

Şoreşa Rojava û sîstema federasyonê bi peymana civakî hemû gel, bawerî, zimanan weke hêmanên sereke dibînin û jiyana azad û xweîfadekirina azad bi dest ve tîne û di têkoşîna azadifya jinê de jî rê li ber geşedanên şoreşî dike. Hedefe sereke jî ew e ku bi taybetî li Sûrî û bi giştî li Rojhilata Navîn sîstemeke çareseriyê ya li ser rêveberiya xweser were avakirin.