Hêzên Şoreşger lê dan: 4 çeteyên Tirk hatin kuştin

Hêzên Şoreşger li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dan. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin.

Hêzên Şoreşger li bajarokê Marî û gundê Til Cibrînê ku ji alyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn.

Di 19’ê Cotmehê de, piştî ku Hêzên Şoreşger li herêma Şehbayê 5 gund ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşek dijwar anîn ser nuqteyên Hêzên Şoreger ên li van gundan û gundên din ên herêma Şehbayê.

Hêzên Şoreşger ên di bin sîwana QSD’ê de herêmên Şehbayê diparêzin ji kêliya destpêkê ve bersiva êrîşan dan û nehiştin ku çete bihustekê jî pêşve werin. Fermandariya Hêzên Şoreşger di 22'ê Cotmehê de jî bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan êdî ji rewşa xweparastinê derbasî êrîşkirinê dibin.