Hêzên Şoreşger 3 efserên Tirk û serçeteyke kuştin

Hêzên Şoreşger, li derdorî bajarokê Şêx Îsa 3 efserên Tirk û serçeteyek kuştin.

Dewleta Tirk û çeteyên hevkarê wê yên ku ji bajarokê Mareyê êrîşî bajarokê Şêx Îsa dikrin rastî bersivên xurt ên şervanên Hêzên Şoreşger hatin. Piştî bersivdayîna Hêzên Şoreşger û şûn de di şerê ku derketî de êrîşa çeteyan hate şikandin 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatibûn kuştin.

Hat ragihandin ku li herêma Şehbayê di êrîşên komên çete yên Diri El-Firat li ser bajaroka Şêx Îsa ya li herêma Şehbayê serçeteyekî ji bajarê Ezazê û 3 efserên Tirk hatin kuştin.

Heman çavkaniyê destînşan kir ku ji aliyê sekvanên hêzên Şoreşger ve li eniya Şêx Îsayê 9 çete hatin kuştin.

Êrîşên çeteyan ên bi navê Diri El-Firat ku bi piştgiriya top û balafirên artêşa dagirker a Tirkiyeyê pêk tên, li ser gundên Hesiyê, Herbil, Um Hoş û Um El-Qura didomin.