Gel li Başûrê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina dewleta Tirk a destûr nade 13 cenazeyên şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG’ê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê re ket rê. Hêzên asasyîşa PDK’ê êrîşî gel kir.
Konvoya ji nûnerên Tevgera Civaka Azad, Buroya DBP’ê ya Hewlêr, Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) û welatiyan pêk tê bi armanca şermezarkirina dewleta Tirk a destûr nade 13 cenazeyên şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG’ê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, saet 12.00’an bi konvoy ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê re ketin rê. Hêzên asayîşa PDK’ê yên destûr nedan konvoy derbasî Deriyê Sînor ê Xabûrê bibe êrîşî gel kir.
Hat diyarkirin ku hêzên asayîşa PDK’ê di ketina Zaxo de konvoy rawestand, êrîşî girseyê kir û gel derb kir.