Heyva Sor a Kurdistanê destê xwe da mexdûrên qetlîama Dîlokê

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên qetlîama Dîlokê ku piraniya wan zarok 54 kesan jiyana xwe ji dest dan, 69 jî birîndar bûn, alîkarî şand.

Heyva Sor a Kurdistanê di daxuyaniya nivîskî de bi bîr xist ku di 20’ê Tebaxa 2016’an de li Taxa Beybexçê ya Şahînbeya Dîlokê bi hevkariya çeteyên DAÎŞ’ê li dijî dawetek Kurdan êrîşeke bombeyî pêk hat û di encama teqînê de jî piranîya wan zarok 54 kesan jiyana xwe ji dest dan û 69 kes jî birindar (ji wan rewşa 17kesan giran e) bûn.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê  diyar kir ku ew vê komkujiya li dijî gelê Kurd pêk hatiye bi tundî şermezar dikin û weke saziya alîkariya mirovî ew xwe di vê mijarê de berpirsyar dibînin.  Heyva Sor a Kurdistanê bi vê armancê ji bo mexdûrên komkujiya Dîlokê 100 hezar Euro alîkariya madî şand.

Heyva Sor a Kurdistanê destnîşan kir ku wê her tim li gel mexdûran cihê xwe bigirin.