Heyva Sor a Kurdistanê: Banga beşdariyê ya Kampanyaya Xwişk û Bira kir

Heyva Sor a Kurdistanê li ser Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira daxuyaniyeke niviskî da û got heta niha 4 hezar û 698 Malbatên Xwişk û Bira hatin pêydakirin û bang kir ku her kes xwe tevlî vê kampanyayê bike.

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo bajarên Berxwedana Xwerêveberiyê Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira dabû destpêkirin. Li gorî agahiyên ku Heyva Sor a Kurdistanê dane, di çarçoveya vê kampanyayê de, ji bo Sûrê 748, ji bo Nisêbînê 928, ji bo Cizîrê 1009, ji bo Geverê 512, ji bo Şirnexê 910, Qileban 3, Kerboran 1, Dêrik 1, Elkê 2, Hezex 282 û ji bo Silopya jî 302 malbatê Xuşk û Bira hatine pêydakirin.

Ji bilî Malbatanê Xwişk û Bira jî, Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir, di sala 2016’an de, wan 4 Milyon 788 hezar û 579 Euro ji Bajarên Berxwedêr re şandiye. Her wiha 60 hezar dolarê Kanadayê, 30 hezar dolarê Emrîkayê, 85 hezar Frankê Swîsreyê di çarçoveya kampanyayê de ji bo bajarên berxwedêr hatin şandin.

‘DEWLETA TIRK KURDISTAN WÊRAN KIR’

Heyva Sor a Kurdistanê di daxuyaniyê de wiha got:

‘’Dewleta Tirk bi hezaran xanîyên welatiyên li Sûr, Gever, Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Silopî, Hezex û deverên din wêran kir. Heta vê gavê destûr nedaye ku gel vegere cih û warên xwe. Ji ber vê siyasetê bi deh hezaran malbat neçarî koçberiya bi darê zorê bûne. Vê zivistana dijwar di nava şert û mercên giran de li ber xwe didin.’’

Rêvberiya Heyva Sor ragihand ku ji ber vê rewşa kambax ew ê kampanya malbatên Xwişk û Bira zêdetir geş bikin û bi rêya vê kampanyayê, ew ê hewl bidin birînên gel derman bikin.

BANGA HEYVA SOR

Di dawiyê de Hevysa Sor ev bang kir: “Hemû alîkarixwazên ku ji destpêkê ve bi ruhekî berpirsiyar beşdarî kampanyayê bûne, pêwîste ku vê helwesta xwe dewam bikin. Di heman demê de divê Kurdistaniyên li her devera cîhanê ku heta niha nebûne xwedî malbatên Xuşk û Bira, divê bi hestiyarî tevbigerin û cihê xwe di nava vê kampanyayê de bigrin. Divê neyê jibîrkirin ku her xwedîderketina li malbateke hewce tê wateya kêmkirina êş û azaran.”