Heyeta xwest biçe Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve hat astengkirin

Heyeta ji nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî hewl dan xwe bigihînin Cizîrê, lê belê hêzên dewleta Tirk nehiştin.

Heyeta ji nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî hewl dan xwe bigihînin Cizîrê, lê belê hêzên dewleta Tirk nehiştin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê ev 61 roj in êrîşên komkujiyê didome û di hefteya dawî de jî kêmanî 110 kes bi awayek komî hatin înfaz kirin. Heyeta ku dixwest biçe navçeyê û lêkolînan bike bi fermana Walitiya Tirk a Şirnexê li pêşiya Cizîrê de hate rawestandin. Heyeta ku di nav de hevserokên giştî yên KCD'ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak, hevberdevkên HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu û Gulîstan Kiliç Koçyîgît, parlamenterên HDP'ê, nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî heye bi fermana Walîtiya Tirk li Qereqola Jendermeyan a Tûrgûtlû ku 40 km. dûrî Cizîrê ye hat rawestandin.

Heyeta ku bi rayedaran re hevdîtinê dike, hewl dide rêyekê bibîne û xwe bigihîne Cizîrê.