NÛ BÛ

Hevşaredarên Peyas, Yenîşehîr û Çelê hatin girtin

Hevşaredarên Peyasê Mehmet Alî Aydin, Hevşaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu û Hevşaredarê Çelê Servet Tunç ên hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Hevşaredarê Peyasê ya Amedê Mehmet Alî Aydin ê ku di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de bi Hevşaredarê Yenîşehîrê ya Amedê Selîm Kûrbanoglû re hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê Aydin bi daxwaza girtinê bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê hat kirin û bi heman hincetê hat girtin.

Der barê Aydin de dozgeriyê ji bo lêpirsîna ku di 2016'an de hatiye destpêkirin biryara veşarîbûnê da. Daxuyaniyên çapemeniyê, xebatên partiya siyasî û xebatên şaredariyê yên ku Aydın ji 2009'an heta niha kiriye wekî sûc hatin dîtin.

Hevşaredarê Yenîşehîrê ya Amedê Selîm Kurbanoglû yê derxistin piştî îfadeya dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Kurbanoglu jî ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Der barê Kûrbanoglû û Aydin de tê gotin ku îfadeyên şahidên "nepen" hene.

HEVŞAREDARÊ ÇELÊ JÎ HAT GIRTIN

Hevşaredarê Çelê ya Colemêrgê Servet Tunç ê ku di 3'ê kanûnê de hatibû binçavkirin hat girtin. Tunç ê ku piştî emniyetê anîn dozgeriyê bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê derbarê Tunç de biryara girtinê da.

Ji kesên ku bi Tunç re hatibûn binçavkirin Hevşeradar Hîlal Tunç, Alîkarê Hevşaredaran Hidir Demîroglû, Şeraderê berê Mehmet Kanar, Hevserokê HDP'ê yê Çelê Cûmhûr Erdemîr û Ferhem Akguz, Osman Kanar, Kazim Tekînalp û Remzî Kanat hê li emniyetê ne.