Hevşaredarên navçeyên Amedê: Em xwedî li rûmet û vîna xwe derkevin

Nerazîbûna li binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dewam dike. Hevşaredarên navçeyên Amedê bang li gelê Kurd kirin, ku dakevin qadan.

Hevşaredar ji ANF'ê re axivîn, bal kişandin ser darbeya AKP/Qesrê ya li dijî gelê Kurd û diyar kirin, bi binçavkirina Kişanak û Anli re zemîn ji qeyûm re tê amadekirin. Hevşaredaran gotin, ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

BARAN: EV DARBE YE

Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran: Weke ku tê zanîn, zextên bi salan li şaredariyên me tên kirin, bi desteserkirina 28 şaredariyên me re gihîştin asta herî bilind. Di vê demê de endamekî me yê meclîsê nema ku di korîdorên edliyeyê re derbas nebûye. Gelek hevalên me hatin binçavkirin, hatin girtin û hin jê bi şertê kontrola edlî hatin bedan. Di nava van zext, zordarî û êrîşan de, êrîşa li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Hevşaredarên me, sebir fûrand. Ji ber ku Amed dilê Kurdistanê ye û bi van êrîşan dixwazin rûmeta gelê Kurd binpê bikin. Lewma em bang li gelê Kurd dikin; xwedî li rûmet, vîn û hevşaredariyên xwe derkeve.

Ji duh bi şev û vir ve, tevî ku mirovên me aciz bûne û li kolanan e, hê jî dorpêçiya li ser avahiya şaredariyê nehatiye rakirin; mîna ku ev jî têra wan nake, hêzên dewletê li kolanan êrîşî mirovan dikin. Ev yek darbe ye.

KARTALMIŞ: JI BO SIBEROJÊ EM ÎRO TÊBIKOŞIN

Hevşaredarê Erxeniyê Ramazan Kartalmiş: Bi qeyûmên tên bicihkirin re dixwazin hêza partiya me ya li herêman bişikînin. Ev yek destwerdaneke cidî ya siyasî ye. Hewl didin kirasekî hiqûqî li vê rewşê bikin, lê ev rewş ne hiqûqî ye. Berevajî; pêkanîneke antî demokratîk e.

Hevşaredarên me yên Bajarê Mezin binçav kirin û polîsan dor li avahiya şaredariyê girtin. Vê dorpêçiyê jî qaşo ji bo lêgerîna li nava avahiyê dikin. Em dizanin ku ev yek ne rast e. Jİ ber ku zêdeyî saleke Dîwana Muhesebatê û Wezareta Karên Hundir lêkolînan dikin. Sedema yekane ya van serdegirtinan, hewldana ji bo çavtirsandina gelê me ye. Bila gelê me bi vê baş zanibe; weke hilbijartiyên gel em ê heta dawiyê li qadan bin û li ber xwe bidin. Em bang li gelê Kurd dikin; bila têkoşîna xwe ya demokratîk û rewa ya li dijî zextan bidomîne. Ji bo siberojên baştir, divê em îro têbikoşin.

ZÛGÛRLÎ: BINGEH JI QEYÛM RE TÊ AMADEKIRIN; EM Ê LI BER XWE BIDIN

Hevşaredara Licê Rêzzan Zûgûrlî: Êrîşeke mezin tê kirin. Dewlet hem êrîşî gel dike, hem jî bi rengekî topyekûn êrîşî vîna siyasî ya gel dike. Weke gel û nûnerên gelê Kurd, em ê bi ti awayî vê rewşê qebûl nekin. Ev girseya li qadan li hev civiya ye, bersiva li zextan e. Di destpêkê de ji xwe re hin hincet afirandin û qeyûm li 28 şaredariyên me bi cih kirin. Niha jî Hevşaredarên me yên Bajarê Mezin binçav kirin. Bi binçavkirina Hevşaredarên me yên Bajarê Mezin re zemînê ji bicihkirina qeyûm re amade dikin. Ya ku tê kirin parçeyek ji polîtîkaya hikûmeta AKP'ê ya ji bo têkbirina gelê Kurd e. Şert û merc çi dibin bila bibin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.