BI DÎMEN

Hevşaredarên Binarê Qendîl: Li dijî êrîşan bibin yek

Hevşaredarên Binarê Qendîlê têkildarî êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk nerazîbûnê xwe nîşan dan û gotin: "Dewleta Tirk hemû Kurdan ji bo xwe weke dijmin dibîne û bi hovan êrîşên qirkirinê li ser dike."

Hevşaredarên Birnarê Qendîlê, êrîşên deweleta Tirk ên li ser gundewerên Qendîlê bi taybet Şehîdgeha Mehmed Karasûngur hatin kirin, şermezar kirin.

Hevşaredar Mehemed Hesen diyar kir ku ev nêzî 2 sal in ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve li ser gundê herêma Binarê Qendîl û derdora wê êrîş tên kirin û got, "Di encama van êrîş û bomberdûmanê de, gelek ziyanên madî manewî li welatiyên herêma Binarê Qendîl bûne. Her wiha di van êrîşan de jî mîna êrîşa li Zergelê gelek welatî şehîd bûn." 

Hesen bal kişand ser krîza aborî ya du salên dawî li Iraq û Başûrê Kurdistanê der bûye û got, "Ji ber vê yekê jî gelek welatiyên herêma Kurdistanê berê xwe dan gundan ji bo jiyana xwe bidomînin." Hesen bibir xist ku di encama van êrîşan de bi taybet ziyaneke mezin gihişte bax, baxçeyên welatiyan, her wiha bi dehan donim zevî hatin şewitandin û ev jî bû sedema qirkirina jîngeyê. 

ŞEHÎDGEH ZIYARETGEHÊN GEL IN

Hevşaredarê Binarê Qendîlê Mehemd Hesen wiha got: "Bi taybetî di demên dawî de êrîşên dewleta Tirk, bi armanca qirkirin û tinekirina gelê Kurd in. Êrîşên hewayî yên li ser herêma Qendîlê jî dide nîşandan ku her demê Qendîl ji bo şoreşa çar parçeyên Kurdistanê cihekî berxwedanê bûye. Tevî hemû êrîşan jî hem welatiyên Binarê Qendîl û hem jî welatiyên Başûrê Kurdistanê tim piştgirî dan Qendîlê. Welatiyên Qendîlê jî bi biryar in ku heta dawî xaka xwe naterikînin.

Em careke din di van êrîşan de dibînin ku dewleta Tirk li dijî her cure destûrên naventeweyî tevger dike. Me ev êrîşên hovan bi taybet di dema borî de li bajarên Bakurê Kurdistanê dîtin. Êrîşî gelek goristanên şehîdan hatin kirin, gelek gorên şehîdan hatin xerakirin. Herî dawî jî li herêma Binarê Qendîlê balafirên şer ên artêşa Tirk Şehîdgeha Mehmed Karasûngûr bomberdûman kirin. Hemû Şehîdgeh ji bo gelê Kurd bi nirx in, lê bi taybet Şehîdgeha Mehmed Karasûngur taybetmendiyeke xwe yê cudatir heye. Ji her çar parçeyên Kurdistanê gorên şehîdan hene û her demê ziyaretgeheke ya gel e."

'DIJMIN CUDAHIYÊ NAXE NAVA KURDAN'

Hesen herî dawî got: "Êrîşên dewleta Tirk li dijî hemû Kurdan e, ferqê naxe nava Kurdan. Ji bo wê divê Kurd li her cihê lê dijî li dijî van êrîşên qirkirinê rabe ser lingan û têbikoşin. Beriya niha jî gelê Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cur be cur li dijî kiryarên ji dargirkirina xaka Başûr bigire heta êrîşên li ser Herêma Qendîlê nerazîbûnê xwe nîşan dabûn û çalakiyên protestoyî lidar xistibûn. Her wiha divê gelê Kurd ên her çar paçeyên Kurdistanê li dijî van kiryaran nerzîbûn raber bikin. Ji ber ku îro hedefa hikûmeta Tirk ew e Tevgera Azadiya Kurd a ku îro ji bo gelan bûye hêviyek serketinê tine bike."

'HEMÛ KURD DI HEDEFA DIJMIN DE NE'

Hevşaredara Binarê Qendîl Emîne Mehemed Ebdullah jî destnîşan kir ku ev demeke ku êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk li ser gundên Binarê Qendîl û bi Çiyayê Qendîl tê kirin û got, "Dewleta Tirk ji ber ku baş dizane Qendîl ji berê ve ji bo têkoşîna azadiya Kurd cihekî stratejîk û berxwedanê ye, her tim êrîşî vir dike. Di roja me ya îro de em dibînîn ku ku hikûmeta Tirk ji Rojava bigire heta Bakur û roj namîne gundewarên derdora Binarê Qendîl û çiyayê Qendîlê bomberdûman dike. Ji ber ku hedefa wan ew ku Kurdek li ku dibe bila bibe ji bo wan hedef e. Hemû Kurdan ji bo xwe weke dijmin dibînin û bi hovan êrîşên qirkirinê didin meşandin."

'ARMANCA VAN ÊRÎŞAN ŞIKANDINA VÎNA GELÊ KURD E'

Ebdullah wiha got: "Duh dîsa balafirên şer ên artêşa Tirk herêmên di navbera gundên Pirdeşal û Zergelê de bomberdûman kir. Dewleta Tirk wisa dizane ku bi van bomberdûman wê gelê Binarê Qendîlê bitisîne û xaka xwe biterikîne. Çiqas êrîş bê kirin jî wê gelê Binarê Qendîlê dev ji xaka xwe berendin. Armanca van êrîşan şikandina vîna gelê Kurd e, lê çiqas êrîş bên kirin heta Kurdek tenê jî ma be wê li ser piyan be û têbikoşe. Bang li welatên Ewropa dikim ku piştgiriyê nedin dewleta Tirk a mêtînger, bi piştgiriya we êrîşên hovana li ser gelê Kurd din kirin."

Hevşaredara Binarê Qendîl Emîne Mehemed Ebdullah bibîr xist, ku beriya niha ji çar parçeyên Kurdistanê jinan berê xwe dan Qendîlê, yekane daxwaziyê wan yekîtiyekî nava Kurdan de bidin avakirin, ji ber ku îro jin û ciwan pêşengtiyê ji têkoşînê re dikin. Ebdullah destnîşan kir, ku divê jin yekîtiya xwe xurt bikin û pêşengtiyê ji şoreşê re bike.

Herî dawî Ebdullah wiha got: "Weke jineke Binarê Qengîlê bang li hemû jinên çar parçeyê Kurdistanê dikim ku rabin yekîtiya xwe çêbikin û di azadkirina xaka Kurdistanê de pêşengtiyê bikin. Ji ber ku heta niha ti rol nehatiye dayîna jinê û bi saya felsefeya Rêber Apo jin bûne xwedî hêz û divê li ser vê felsefeyê têkoşîneke mezin û xurt bê dayîn."