Hevşaredarê Stewrê Mehmet Aydin Alokmen hat binçavkirin

Polîsan bi ser mala Hevşaredarê navçeya Stewrê ya Mêrdînê Mehmet Aydin Alokmen û 6 kesên din de girt. Polîsan Alokmen jî di nav de 5 kes binçav kirin.

Polîsan bi ser mala Hevşaredarê navçeya Stewrê ya Mêrdînê Mehmet Aydin Alokmen û 6 kesên din de girt. Polîsan Alokmen jî di nav de 5 kes binçav kirin.

Polîsan di saetên serê sibehê de bi ser avahiya Şaredariya Stewrê û gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina avahiya şaredariyê de, Şaredariya Navçeya Stewrê ya Mêrdînê dorpêç kirin û qedexe kir.

Polîsan piştî bi ser avahiya Şaredariyê de girt ala Tirkan bi eywana şaredariyê de daliqand. Polisan dora avahiya şaredariyê dorpêç kir û ketin û derketina şaredariyê qedexe kir.

Polîsan piştre jî di serdegirtina malan de girtin, Hevşaredarê Stewrê yê DBP’î Mehmet Aydin Alokmen jî di nav de li 7 malan lêgerin kir. Di serdegirtina malan de Alokmen û 5 kesên din hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku di derbarê 2 kesên din de biryara lêgerînê heye.