Hevşaredara Girê Spî, jineke Tirkmen e

Li Girê Spî, ku gel hîn bêhtir tevlî rêveberiyê tê kirin, hevşaredar jineke Tirkmen a bi navê Medîna Muslim e. Muslim diyar kir, ew hemû komên etnîkî tevlî karê şaredariyê dikin.

Bajarokê Girê Spî, piştî ku bû parçeyek ji rêveberiya xweseriya demokratîk a Rojavayê Kurdistanê, gelekî guherî û hînê diguhere.

Bajarokê Girê Spî di nava Kantona Kobanê de xwedî cihekî xweser e. Li vî bajarokê nifûsa Ereban zêde ye û Ereb, Kurd, Ermenî û Tirkmen li vir dijîn. Şaredariya Girê Spî saziya herî girîng e ku rengê bajarok nîşan dide. Rengê gelê li vî bajarokî dijî, bandor li rêveberî û xebatkarên şaredariyê kiriye. Yek ji Hevşaredarên vî bajarokî Ereb e, ya din jî jineke Tirkmen e. Alîkarên wan jî Kurd in.

Hevşaredar Medîna Muslim dema li Reqqayê zanîngeh dixwend, ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê bajar dagir kirin, neçar ma bajêr biterikîne. Muslim ji aliyekî ve li ser binesaziya bajêr difikre, li aliyê din bi keça xwe ya biçûk Zîlan a di hembêza wê de ye, mijûl dibe.

Muslim da xuyakirin, ku piştî Girê Spî di 15'ê Hezîrana 2015'an de ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, xizmetên şaredariyê li gorî pêwîstiyên gel û li gorî rastiya şêniyên ji etnîkên cuda, ji nû ve destpê kirine û got, "Xebatên şaredariyê, bi vegera gel re li cihê mayî dewam kir. Kî di kîjan karî de cih digire (elektrîk, rêyên bejahî, av) her kes karê xwe didomîne. Ti ji derdorên etnîkî li derveyî vî karî nehatine hiştin."

Muslim diyar kir, bi azadkirina Girê Spî re wan di destpêkê de avahiya şaredariyê sererast kirin û got, "Çeteyan welê li avahiyê kiribûn, ku nema dikarîbû bihata bikaranîn. Me Jenerator, dînamoyên li ser bîrên avê peyda kirin û bersiv dan pêwîstiyên gel. Taxên Kurdan, malên wan hatibûn xerakirin. Ew der hat paqijkirin û rê hatin vekirin. Bajarok niha ji her alî ve di rewşeke bê bikaranîn de ye. Li gundan jî karê ji bo bersivdayîna li pêwîstiyên gel hatiye destpêkirin. Bi sê şaredariyên Til Xedir, Yabse û Til Findir em hewl didin xizmetê li gundan bikin."

PIRSGIRÊKÊN BINESAZIYÊ HATIN ÇARESERKIRIN

Hevşaredar Muslim da xuyakirin, ku bi elektrîka ji bendava Tişrînê tê anîn wan pêwîstiya gel a bi elektrîkê bi giranî çareser kirine û li Girê Spî pirsgirêka avê nîne. Muslim got, "Li bajarokê me potansiyela avê gelek e. Lewma ji her bîra tê kolandin, encameke baş derdikeve. Em niha du parkan çêdikin. Û ji bo paqijiya bajêr li nava tevahiya civakê belav bikin, bi rêya panoyan hişyariyan didin. Lambeyên li nava kolanan êdî vêdikevin."

Muslim da zanîn, ku bajarok bi Kantona Kobanê ve girêdayî ye, lê li gorî xweseriya xwe, kar tê meşandin û der barê rêveberiya şaredariya Girê Spî de got, "Şêweyê kar û rêveberiya şaredariya me, hevserokatî ye. Em bi vê sîstemê dixebitin. Yek jê jin yek jî mêr, rêveberî bi temsîla hemû etnîkan bi rengekî demokratîk tê meşandin."

Muslim diyar kir, ku ji kantonên Cizîr û Kobanê alîkarî ji wan re tên û got, "Me di destpêkê de bi bîst kesan dest bi karê şaredariyê kirin. Lê belê bi zêdebûna kar re pêwîstiya bi endaman jî zêde bû. Wergirtina kar a personelan bi awayekî wekhev di nava hemû etnîkan de tê kirin. Bîst personelên me karên îdarî dimeşînin. Saziya me ya zabita ya kontrolê heye. Ev bi hesasiyeteke mezin dixebite. Di akrê paqijiyê de jî 37 personel hene."

Muslim di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ambargoya li ser Rojava û got, "Çiqasî ambargoyê giran dikin bila bikin, em ê çareser bikin." Muslim ragihand, ew li gorî derfetên xwe dimeşin û şêniyên bajarok bi biryardarî jiyana xwe li gorî şert û mercên heyî bi rêk û pêk dikin.

...