‘Heta ku dorpêça li Xerabê Bava bi dawî nebe em bi paş ve gav navêjin’

Şandeyeke ku ji KCD, DBP, HDP û Dayikên Aştiyê pêk hatî xwest biçe gundê Xerabê Bava lê leşkeran çûna wan a gund asteng kir. Şandeyê diyar kir, heta ku dorpêça li ser gund rabe ew ê li cihê xwe bisekinin.

Şandeyeke ku ji KCD, HDP, DBP û Dayikên Aştiyê pêk hatî xwestin biçin gundê Xerabê Bava ya Nisêbînê lê leşkerên Tirk beriya ku şande bigihije gund bi 15 km şande asteng kirin. Di nav şandeyê de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Wekîla Hevseroka Giştî ya DBP’ê Gulcîhan Şîmşek, Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, wekîlên HDP’ê Ayşe Acar û Erdol Dora hebûn. Rê bi wesayiteke Kirpî, TOMA û gelek leşkeran ve hatibû girtin. Li ser rê şande û leşkeran hevdîtinek kirin. Şandeyê diyar kirin ku ew bi mebesta biçine gund û rewşa gund bibînin dixwazin rê ji wan re were vekirin lê leşkeran jî diyar kirin ku walî ferman daye ku destûr ênedin ti sivîl biçine gund.

Şandeyê diyar kir ku heta destûrê nedin ku ew biçine gund ew ê li cihê xwe bimînin û leşkeran jî gotin: ‘’Hûn ê ji vir biçin lê em ê li vir bi van mirovan re hevrû bibin. Me nexin zorê.’’

Dema ku şande disekinî ambûseleke tije leşker û kepçeyek derbasî gund bû.

Piştî ku destûr nehate dayin ku şande derbasî gund bibin şandeyê daxuyaniyek da. Wekîlê HDP’ê Erol Dora diyar kir ku ev 10 roj in ew ji gund nikarin ti agahiyekê werbigirin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guve jî got operasyon li gelê sivîl tê kirin û wiha domand: ‘’Dewleta Tirk dibêje heta niha di operasyonan de me ev qas kes kuştin. Lê li gund bi sedan mirov hene. Em naxwazin qêrîna dayik û zarokan bibihîsin. Ev bû cara sêyan ku nahêlin em derbasî gund bibin. Bangên me yên ji bo Cizîrê, Sûr û Nisêbînê bêbersiv man. Niha jî dayikên me bi heman rengî li me digerin û dibêjin em di rewşeke giran de ne. Niha jî li ber çavê me ambûlans diçine gund. Lê kî mir, kî ma em pê nizanin.’’

Leyla Guven diyar kir ku gelê Nisêbînê tim li ber xwe dide û qet serî netewandiye û wiha domand, ‘’Tê gotin malên wan têne şewitandin. Em dixwazin diyar bikin bê ka ev kîjan gund e. 1995’an dîsa li vî gundî qedexe hate danîn. Malên gel şewitandin. Bİ salan nikarîbûn biçine gundên xwe. Em baş pê dizanin ku Suleyman Soylû şagirtê ber destê Mehmet Agar e. Agar ferman dide. Soylû jî bi cih tîne. Divê Soylû ji Agar bipirse, li Kurdistanê her tişt kir, ez niha çi jî bikim serî natewînin. Kesek nikare serê vî gelî berjêr bike. Heta niha jiyana xwe çawa domandibin ji niha û pê de jî wê bidomînin.’’

Guven diyar kir, heta ku dorpêça li ser gund rabe ew ê bisekinin û wiha got: ‘’Wekî ku tiştekî were xefkirin nîn e çima nahêlin ku em biçin? Naxwe li wir hûn komkujiyê dikin’’

Guven bang kir ku her kes ji bo ku dorpêça li ser gund rabe têbikoşin.

Endama Dayika Aştiyê Nevrîye Kaçan jîg ot ev 10 roj in gund hatiye dorpêç kirin, ji gund dengê qêrîn û hewarê tê û êdî ew naxwazin kes bimire.

Şande hê jî sekiniye.