Hêrsa qeyûm a li dijî Mala Destekirina Perwerdeyê

Li Wanê, 23 mamoste û berpirsyarê kantîn û ocaxa çayê ya li Mala Destekirina Perwerdeyê, tevî ku peymanên wan ên kar neqediyane, ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin derxistin.

Mala Destekirina Perwerdeyê ya Samî Dînç, di sala 2009'an de di bin sîwana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de dest bi kar kir. Di nava 7 salan de xizmeta perwerdeyê ya 700 xwendekaran. Lê belê Walîtiya Tirk a li Wanê par biryarek da ku ev Mala Destekirina Perwerdeyê were girtin. Lİ ser vê yekê mor li deriyê vê saziyê hate xistin û bi sedan xwendekar mexdûr bûn. Ji bo sazî ji nû ve bê vekirin, serî li Walîtiya Wanê hat dayîn, lê encamek jê derneket.

Mîna ya Wanê, Mala Desteka Perwerdeyê ya li Îzmîrê jî bi biryarnameyê hatibû girtin. Bi birnarnameya dawî re ku çend roj berê hat eşkerekirin, biryar hat dayîn ku ji nû ve bên vekirin. Lê belê Mala Destekirina Perwedeyê ya li Wanê kir nekir nekarî bê vekirin.

Waliyê Tirk ê li Wanê Îbrahîm Taşyapan ku meha bihurî weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat bicihkirin, Stargeha Jinan û Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê girt. Vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekir. Qeyûm Taşyapan ku pêdiviyên gelê Wanê ji nedîtî ve tê, dest ji êrîşên xwe yen li dijî Mala Destekirina Perwerdeyê berneda. 25 kesên li vê derê dixebitin, tevî ku peymanên wan ên kar neqediyane jî, bi hincetên kêfî ji kar derxist.

Piştî ku Mala Destekirina Perwerdeyê hat girtin, 23 mamoste û berpirsyarê kantîn û ocaxa çayê, li beşên çand, tenduristî, polîtîkayên jinê û têkiliya bi gel re yên şaredariyê hatibûn wezîfedarkirin.

Lê belê qeyûmê Tirk ew hemû ji kar derxist.