Hemwelatiyê ku Wezîr Ramazanoglû şermezarkir hat binçavkirin

Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hemwelatiyê bi navê Yûsûf Kolanç ê ji ber Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatan Sema Ramazanoglû şermezar kir, hat binçavkirin.

Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatan Sema Ramazanoglû a ku ji bo bi qeymeqam û saziyên dewletê re hevdîtinê pêk bîne hat navçeya Silopiyayê ya ku rêveberiya awarte lê didome, ji aliyê gel ve hat şermezarkirin. 

Ramazanoglu û yên li gel wê piştî civîna li avahiya qeymeqamtiyê xwest li navenda sûkê bi gel re hevdîtinan pêk bîne. Di dema hevdîtinan de hemwelatiyê bi navê Yûsûf Kolanç komkujiya li Cizîrê bi bîra Wezîr Ramazanoglûyê xist û wiha bertek nîşan da, "Hûn cenazeyan nabînin?" Ji ber vê bertekê, Kolanç ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.