Hejmara qurbaniyên li Qamişloyê bû 50 kes

Hejmara mirovên di êrîşa bombeyî a li Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 50 kesî. Gelê bajêr, ji bo pêçandina birînên xwe seferber bûye.

Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li taxa Xerbî ya Qamişloyê, dewam dikin. Ji bo birîndarên li nexweşxaneyan tên dermankirin, gelê Qamişloyê seferber bûye.

Li aliyê din, di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de duh danê nîvro cenazeyekî din hat dîtin. Bi vî rengî hejmara mirovên di komkujiya pêr de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 50 kesî.

Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê dibêjin, dibe ku li binê xirbeyan hê sivîl ma bin, lewma xebatên xwe bênavber didomînin.