HDP’yiyan taziyeya Fatma Ay ziyaret kirin

Parlamenterên HDP’ê, rêveberiyên HDP, DBP û MEYA-DER’ê li Silopiyayê çûn sersaxiya malbata Fatma Ay a ji aliyê sekvanên Tirk ve hatibû qetilkirin.

Parlamenterên HDP’ê, rêveberiyên HDP, DBP û MEYA-DER’ê li Silopiyayê çûn sersaxiya malbata Fatma Ay a ji aliyê sekvanên Tirk ve hatibû qetilkirin. 

Parlamenterên HDP’ê Aycan Îrmez, Îmam Taşçier, Erol Dora û Kiznaz Turkelî, hevserokên şaredariyê, rêveberiyên bajêr ên HDP, DBP û MEYA-DER’ê li Silopiyayê çûn sersaxiya malbata Fatma Ay a ji aliyê sekvanên Tirk ve hatibû qetilkirin

Paşê parlamenterên HDP’ê û yên li gel wan çûn avahiya HDP’ê ku taziyeya Alî Oduk û Halîl Can ên ji aliyê polîsan ve pêr hatibûn qetilkirin hatiye danîn. HDP’yiyan sersaxî ji malbatê re xwest.