HDP û DBP’ê tevî hemû astengiyan bi gelê Wanê re civiya

Aktîvîteyên HDP’ê ya bi şîara ‘Em bi siyaseta demokratîk re siberojê guftûgo dikin” dewam dikin. Heyetên HDP, DBP, KCD, HDK’ê tevî hemû destwerdanên polîsan jî bi gelê Wanê re civiya.

Aktîvîteyên HDP’ê ya bi şîara ‘Em bi siyaseta demokratîk re siberojê guftûgo dikin” dewam dikin. Heyetên HDP, DBP, KCD, HDK’ê tevî hemû destwerdanên polîsan jî bi gelê Wanê re civiya. Hevdîtina bi gel li Bêgir û Wanê pêk hat. Girseya ku ji ber pirgirêka tenduristiyê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag tê de nebû,  Hevserokên Giştî yên KCD’ê Hatîp Dîcle, Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel, Hevseroka Giştî ya HDK’ê Gulîstan Koçyîgît, endamên Meclîsa HDP’ê Abdûrrahman Dogar, Abdulmelîk Okyay, Ozgur Zeydanoglû, M. Emîn Îlhan, Hevseroka DBP’a Wanê Nazmiye Acar, Hevserokên HDP’a Wanê Yakûp Ataş, Gulîstan Orhan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan, Adem Geverî, hevşaredarên navçeyan derbasî navçeya Bêgir bû. Heyet a bi sedan wesayîtî ve li Bêgir hate pêşwazîkirin, li qada Saat Kulesî bi gel re civiya. Lê, polîsên Tirk ên berê xwe bi cih kiribûn bi ava şid êrîşî gel kir.

Piştî êrîşê, gel ber bi Navenda Tenduristiyê ya Şaredariyê ket rê. Di meşê de tevî êrîşên ji TOMA’yê jî girse bi dirûşmeyan derbasî navenda tenduristiyê bû.

Li vir destpêkê Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle axivî, got li dijî kesên ku îradeya gel tine dihesibînin aktîvîteyan hevdîtinên bi gel re organîze dikin, lê li Tirkiyeyê çalakiyek demokratîk a herî ji rêzê jî tê qedexekirin.Dîcle bi bîr xist ku li Bêgiriyê polîsan nehiştine 15-20 deqeyan jî bi gel re baxivin, got: “Em ê vê ji bîr nekin, hûn jî ji bîr nekin. Hema çi dikin bila bikin wê dîsa jî nikaribin me ji siyaseta demokratîk dûr bixin. Dema hevdîtinên di pêşengiya Birêz Ocalan, domahiya 2 sal û nîvan de bi Mûtabaqata Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibatê veguherî muzakereyan, Erdogan got, ‘Mase nîne, lihevkirin nîne’ û mase quliband. Lê, çi bû ku dest bi şer kirin? Dema mirov bersivek rast bide vê pirsê, mirov bikaribe bi pêvajoya niha bihese.”

Dîcle destnîşan kir ku wê li gor 10 madeyên li Dolmabahçeyê pratîk bihatana meşandin û piştî demekê jî Ocalan wê banga danîna çekan li PKK’ê bikira, wiha dewam kir: “Eger ev bibûna, niha me yê îro ev guftûgo nekirina. Rêya ber bi Komara Demokratîk xetimandin. Erdogan ji 5’ê Nîsana 2015’an û şûn de bi Ergenokon, faşîstên sosyal, Îslamîstan re li ser esasê dijminahiya Kurd ket tifaqekê. Niha wezîfeya dikeve ser milê me jî berxwedan e. Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin.”

Piştî axaftinan, heyet ji Bêgir derbasî Wanê bû. Polîsan li vir êrîşî gel ê li ber avahiya HDP’a Wanê kirin, li ser vê destpêkê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî, got tevî dîktatoriya AKP’ê jî wê qadan vala nehêlin. Guven destnîşan kir ku bi dorpêçkirina avahiya HDP’a Wanê yên difikirin ku wê gelê Kurd ji têkoşînê dûr bixin xwe dixapînin, got: “Faşîzm dîsa xelet e û careke din têk biçin.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tûncel axivî û diyar kir ku faşîzim wisa dihesibîne ku wê hezkirina azadiya gelê Kurd bişkîne. Tûncel destnîşan kir ku beriya 20 salan Hatîp Dîcle bi zorê ji meclîsê derxistin, lê dîsa bi gel re ye û wiha got: “Wisa dihesibînin ku wê çavên me bi hepsan bitirsînin. Ma gelo ev nizanin ku em ji hepsan natirsin. Gel ji ber ku ji xebatên DBP û HDP’ê memnûn in ku deng didin me. Tevî hemû astengiyan em hêzek in, xwedî siyaseteke bi hêztir dibin. Dixwazin hevdîtinên me yên bi gel re asteng bikin, bi ser nakevin. Ji me ditirsin. Ji ber ku em heq in û em ê bi ser kevin. Li mal, kolan û taxan li her derê em ê bi ser kevin. Em hevrêyên Sakîneyan, Sêvêyan û Zîlanan in. Me soz daye wan, qet ji vê dozê venagerin.”

Hevseroka Giştî ya KCD Gulîstan Koçyîgît jî axivî û diyar kir ku AKP’ê xendek kir hincet û kir pirsgirêka dewletê, pêşkêşî raya giştî kir, lê dîsa jî li gorî daxwaza wan pêk nehat. Koçyîgît wiha anî ziman: “ Ji bo AKP’ê pirsgirêk ne dewlet e, zextên AKP’ê ne. AKP çima vî şerî didomîne? Ji ber ku ev şer nebe wê gelê Kurd bi gelê Karadenizê re bicive, eger ev şer nebe wê berxwedanên mîna Gezî pêk werin, eger ev şer pêk neyên ji bo karkerên Someyê wê têkoşîn bên kirin, wê hesabê qetlîama Somayê bê xwestin. Eger şer pêk neyê gelê Tirkiye wê hesabên dizî û nelirêtiya 17-25’ê Kanûnê bipirse. Ji ber ku ji vê ditirsin şer dan destpêkirin. Niha jî dibêjin ‘Eger mijar bû welat ya din hemû ji xwe ye.’ Ji ber vê li hember vê hişmendiyê weke gelê Tirkiyeyê heta dawiyê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Herî dawî jî Parlementerê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan axivî û destnîşan kir ku li dijî dîktatoriya AKP’ê wê têkoşîna Azadiya Gelan bi ser keve. Botan wiha axivî: “Walîtiya Wanê dizane ku wê îro aktivîteyên me hebe, lewre qedexe îlan kirin. Walîtî bi kîjan qanûnê qedexeyê îlan dike? Çima ewqasî ji gelê Wanê ditirsin? Tirs we rizgar nake. Em ê bi gelê xwe re her roj li kolanan bin.”

Piştî axaftinan girseyê dirûşmeyên “Bi Berxwedanê Em Ê Bi Ser Kevin” qîr kirin.