HDP sêyemîn buroya xwe bi merasimeke girseyî vekir

Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinê berdewam dike. Di çarçoveya xebatan de li navçeyên Westan, Ertemêrtan û bajaroka Çîçeklî yên Wanê buroyên hilbijartinê haitn vekirin.

Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinê berdewam dike. Di çarçoveya xebatan de li navçeyên Westan, Ertemêrtan û bajaroka Çîçeklî yên Wanê buroyên hilbijartinê haitn vekirin.

Hevserokên HDP’ya Wanê yên M. Veysî Dîlekçî Derya Hayva, Parlementerê HDP’ê yê Wanê Kemal Aktaş, namezêdên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan, Adem Ozcaner, Tugba Hezer, Selamî Ozyaşar, Remzî Ozgokçe, Zozan Yildirim, Hevşaredarên Wanê Bekîr Kaya û Hatîce Çoban, Hevşaredarên Ertemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn û Abdulkerîm Sayan, hevserokên HDP-DBP’ê yên bajêr û navçeyan û bi hezaran kes tevlî merasimê bûn.

Vekirina yekemîn li navçeya Westanê pêk hat. bi sedan wesayît tevlî karwanê wesayitan bûn. Di merasimê de dirûşimên “bijî Serok Apo” hatin gotin. Hevserokê HDP’ê yê Wanê M. Veysî Dîlekçî axivî û neamê meclîsa Şaredariya Wanê Tahsîn Aktî û xebatkarê Şaredariyê Metîn Altindaş ên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anîn û dest bi axaftina xwe kir û da zanîn ku ew deyndarê gelê Westanê ne.

Piştre namzeda HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer axivî  û da zanîn ku wê êdî gelê Kurd neyên lîstokên AKP’ê û wê hemû lîstokan vala derbixin. Namzedê HDP’ê yê Wanê Adem Ozcaner  axivî û bal kişand ku wê bi hev re bigihin azadiyê.

Piştî vekirina buroya li Westanê, şandeya HDP’ê çû taxa Çîçeklî û li wê derê jî buro vekirin. Hevseroka HDP’ê ya Wanê Derya Hayva axivî û diyar kir ku ew ê hemû bi hev re projeya “Jiyana Nû” ya HDP’ê ava bikin. Havya da zanîn ku ew ê hemû bi hev re wekîlên xwe bişînin meclîsê. Hayva da zanîn ku wê HDP di hilbijartinên 7’ê hezîranê de bendê derbas bike.

Piştre namzedê HDP’ê yê Wanê Selamî Ozyaşar jî diyar kir ku AKPê careke din lîstokên xwe yên qirêj xistiye dewrê û got: “Gelê Kurd wê destûr nede vê yekê”.

Heyeta HDP’ê piştî merasima vekirina buroya hilbijartinê ya li taxa Çîçeklîyê çû serdana konê sersaxiyê ya ku ji bo şervanên YPG’ê Îsmaîl Oktay (Şoreşger) û Mazlum Aşkan (Canşêr) hatibû danîn û mewlûda hate dayin.

Piştre heyeta HDP’ê tevlî merasima vekirinê ya li navçeya Ertemêtan a Wanê bûn. Bi hezaran kes telvî merasimê bûn.

‘HETA NIHA TOKÎ’YAN DEWRÎ ŞAREDARIYÊ NEKIRINE’

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî axivî û nerazîbûn nîşanî gotinên AKP’yiyan ên bi awayê “Şaredariya DBP’ê avê nade TOKΔ da û diyar kir ku heta niha TOKÎ dewrî şaredariyên HDP’ê nehatine kirin û got: “Bêbextiyê li şaredariya me dikin.”

YÊN KU JÊRE DIGOTIN ÇIYAYÎ ÎRO JIYANA NÛ AVA DIKIN

Namzeda HDP’ê ya Wanê Zozan Yelîz Yildirim jî got: “Bi hezaran ji me re gotin çiyayî û biçûk xistin. Xweşikbûna çiyayiyan nezanîn. Her wiha, yên ku niha jêre digotin çiyayiî niha rêya jiyaneke nû vedikin û jiyaneke nû ava dikin.”

Piştre namzedê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan axivî û diyar kir ku êdî AKP ber bi şûn ve dihejimêre û got ku ew ê di hilbijartinên 7’ê hezîranê de hesabê komkujiyên Roboskî, Şenbal û Kobanê bipirsin. Botan got: “Em bi hezaran car mîmarê aşitî, azadî û demokrasiyê Birêz Ocalan silav dikin” û wiha domand: “Di jiyana nû de cihê her kesê heye, kar ji bo her kesê heye.” 

...