HDP: Ger êrîşek li hemberî Yuksekdag çêbibe AKP û qesr berpirsiyar e

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê bertek nîşan da û got ku ger li hemberî Yuksekdag êrîşek çêbibe hikûmeta AKP'ê û serokomar Erdogan berpirsiyare.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê bertek nîşanî helwesta polîsên tevgera taybet ku çek dirêjî Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag kirine û hat gotin ku ger li hemberî Yuksekdag êrîşek çêbibe hikûmeta AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan berpirsiyar e.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê (MYK) ji bo helwesta polîsên tevgera taybet ku çek dirêjî Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag kirine şermezar bikin daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Piştî birêz Yuksekdag ji kongreya me ya Sultangaziya Stenbolê veqetiya wesayita ku pê çû 500 metre dûrî cihê kongreyê li ber Qereqola taxa Gazî ya kevn ji aliyê polîsên tevgera taybet ve bi dirêjkirina çekan hat rawestandin."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bûyerê û wiha hat gotin: "Ger êrîşek li hemberî birêz Yuksekdag bê kirin Wezareta Karên Hundir, hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Erdogan berpirsiyar e. Dema bûyer qewimî hevalek me xwest bi telefona xwe dîmen bikişînê, piştî hewldana hevalê me polîsan çekên xwe veşartine. Piştre destûra derbasbûna birêz Yuksekdag hatiye dayîn. Ev tevgera polîsan feraseta JOH û POH'a li Sûr, Silopiya û Cizîrê pêk tîne li Stenbolê jî xistin meriyetê ye. Em ê li hemberî gef û çewisandinên rêxistinên taybet ê AKP û qesrê em paş ve gavan navêjin û em ê di rêya xwe de berdewam bikin."