HDP’ê li Dîlokê lez da xebatên xwe

Xebatên hilbijartinê yê HDP’ê yên li Dîlokê bê navber didomin. HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Şahînbey a Dîlokê li taxa Ulaş buroya hilbijartinê vekir.

Xebatên hilbijartinê yê HDP’ê bê navber didomin. HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Şahînbey a Dîlokê li taxa Ulaş buroya hilbijartinê vekir. Namzetên HDP’ê yên Dîlokê Mahmut Togrul, Fatoş Çetînkaya, Berîvan Ozpolat, Mecît Bozkurt, Recaî Yilmaz û gelek kes beşdar bûn. Mahmut Togrul di merasîma vekirinê de axivî û got di rewşa ku bend bê derbaskirin de wê dawiya qesra Erdogan bê.

Togrul wiha got: “Gelek dayikên xizan  nekarin ji zarokên xwe re şîr bigirin, hevserên wan betalin. Lê wan qutiyên pêlavên xwe tije pere kirin. Lê em xizan, kedkar, bêkar; dema ew di encama polîtîkayên xwe de dewlemend dibin, em jî bi xizaniyê re rû bi rû dimînin. Îro em dibêjin, ger li vî welatî Kurd, Tirk, Elewî, Sunnî, hemû netew, bawerî bi hev re ligel hev bijîn, emê bikaribin ji zarokên xwe re şîr bigirin û wê siberojê zarokên me bê perwerde nemînin. Lê ew kesên ku bi maeşek we ya mehane qedehekê dikirin, ti car me nekarin temsîl bikin.”

BEND BÊ DERBASKIRIN WÊ DAWIYA ERDOGAN BÊ

Togrul di berdewamiyê de got wê di 8’ê Hezîranê de Tirkiyeyek nû ava bibe û got: “Em xewnên Tayyîp Erdogan direvînin. Binêrin her roj li pey provakasyonekê ye.  Hesabên ku wê çawa pêşî li HDP’ê bigire dike. Ji ber ku dizane ger HDP bendê derbas bike, wê dawiya qesra wî bê.”

OZPOLAT: EM Ê BI JINAN RE BENDÊ DERBAS BIKIN

Namzet Berîvan Ozplat jî destnîşan kir ku jin ji aliyê pergalê ve cuda tên xistin û got: “AKP ji jinan re dibêje   ‘ji mêr re xizmetkirin, di fitrata we de heye’. Em jî dibêjin di fitrata me de berxwedan, têkoşîn û azadî heye. Îro hem li Rojava û hem jî li Kobanê di şexsê rêheval Arîn Mîrxan de bi hezaran nîşan daye ku dîroka jinê dîroka têkoşînê, dîroka azadiyê ye.  Yên jiyana azad ava bikin jin in. Ez ban li hemû jinan dikim ku di 7’ê Hezîranê de bendan hilweşînin.”
Piştî axaftinan buro hat vekirin.

...