Hasan Kaçar ê ku PDK'ê ew dersînor kirî kon veda

Hasan Kaçar ku beriya bi heftiyekê PDK'ê ji Hewlêrê ew dersînor kirî, bi malbata xwe re li Silêmanî li ber ofîsa NY'yê kon veda û çalakiya protestoyê kir.

Malbata welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Hasan Kaçar li gel du zarorkên xwe ên biçûk di 23 Mijdarê de ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ya ser bi PDK’ê ve hatin dersînorkirin. Malbata Kaçar niha li ber derê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê ne.

Hesen Kaçar daxuyaniyek rojnamevaniyê da û ragihand ku ew ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve bi lêdan û zilmê ji Hewlêrê hatine derxistin. Kaçar got ku ew tevî malbata xwe 8 roj in li nav kolanên Silêmaniyê dijîn. Kaçar dibêje, zarokên me li Hewlêrê dixwendin û niha ji xwendinê bê par mane. Ez bang li Neteweyên Yekbûyî dikim da ku bi erkê xwe rabe. Ji bo em vegerin mala xwe û zarokê me jî bixwînin, divê saziyên erkdar bi erkê xwe rabin.

Hêjayî bibîrxistinê ye Hasan Kaçar 12 sal di girtîgeha dewleta Tirk de razaye û ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk li ser israra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2014’an de li gel 20 girtiyên din hatine berdan û ji sala 2015’an ve jî li Hewlêrê dirûnişt.