Grevên birçîbûnê yên li Amed û Wanê bi tevlîbûnên nû dewam dikin

Grevên birçîbûnê yên li Amed û Wanê, ku ji aliyê malbatan ve ji bo destekkirina girtiyan hate destpêkirin, bi tevlîbûnên nû dewam dikin.

Greva birçîbûnê ya xizmên girtiyan û siyasetmedaran a li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina DBP'ê ya Amedê, di roja 11. de ye.

Ziyareta ji bo çalakgeran danê sibehê dest pê kir. Girseya gel ji bo piştgirî û moralê bide çalakgeran, hat avahiya DBP'ê ya Bajêr. Malbatan dan xuyakirin, ku heta greva birçîbûnê ya girtiyan bidome, ew ê jî dest ji çalakiya xwe bernedin.

WAN

Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Wanê jî, ku li avahiya DBP'ê ya bajêr pêk tê, ji aliyê koma 5. ve dewr hate girtin. Ji çalakgeran Aynûr Bahîş diyar kir, heta daxwazên girtiyan bi cih werin anîn ew ê çalakiya xwe bidomînin. Bahîş got, "Hevalên li girtîgehê bedena xwe danîne ber mirinê. Heta ku daxwaz bi cih bên anîn, em ê greva xwe bidomînin. Ev du roj in em di greva birçîbûnê de ne. Hevalên me yên nû dewr girtin. Hêvîdar im wê daxwaz tavilê bi cih werin anîn."

Koma nû bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" grev dewr girt.