BI DÎMEN

Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Ocalan li Strasboûrgê destpê kir

Meclîsa Êzîdiyên Şengalê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Navenda Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger kir.

Di daxuyaniya çapemeniyê de ji bajarên Elmanya, Swîsre û Fransayê bi sedan Kurdistanî amade bûn.

ÎGREK: EM DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIKIN

Endamê Meclîsa Êzîdiyên Şengalê Fîkret Îgrek li ser navê çalakvanên greva birçîbûnê axivî, diyar kir ku ji balê bikşînin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçûbinê kirine.

Îgrek careke din ji ber bi komployoke navdewletî ve Ocalan radestî dewleta Tirk hatiye kirin, ev rewş şermeza kir, destnîşan kir ku zêdetirî salekê ye ku ji Rêberê Gelê Kurd ti agahî nayên wergirtin û ev jî nayê qebûlkirin.

Igrek ragihand ku li dijî zilma bi hezaran salan û qetlîama 2014’an dest bi çalakiyek wisa kirine, destnîşan kir ku dixwazin li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd rawestin.

Fîkret Îgrek bal kişand ser girîngiya xweseriya demokratîk a li Şengalê, bi bîr xist ku dema qetlîamê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û gelek mirov jî hatin kolekirin.

Çalakvanekî din ê greva birçîbûnê jî destnîşan kir ku azadiya Ocalan tê wateya azadiya gelê Kurd.

KARTAL: REWŞA SEROK APO ÇI YE?

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî, bi bîr xist ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê hin darbekaran jî hewl dan li Îmraliyê hin tiştan bikin. Kartal destnîşan kir ku lewre jî dixwazin têkîldarî rewşa Ocalan agahiyên teqez bigirin û wiha got; “Em dixwazin bi awayekî eşkere bizanibin. Rewşa Serok Apo çi ye? Tişt pê hatiye an ne? Em dixwazin vê bizanibin.”

Kartal diyar kir ku gelê Kurd li her derê ji bo Ocalan ketiye nav çalakiyan, destnîşan kir ku wê gel dest ji vê daxwazê bernede. Kartal got ku wê her cure destekê bidin çalakvanên greva birçîbûnê.

ENCU: DIVÊ DERHAL TEVAHÎ SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ BIKEVIN NAV LIV Û TEVGERÊ!

Parlamenterê HDP’ê Ferhat Encu jî destnîşan kir ku êdî tevahî alî vê rastiyê qebûl dikin ku Ocalan lîderê gelê Kurd e, bal kişand ku daxwaza agahîgirtinê ya têkîldarî rewşa dawî pir girîng e. Encu bang li tevahî dezgehên hiqûq û mafên mirovan ên navneteweyî kir ku derhal bikevin nav liv û tevgerê.

Encu anî ziman ku têkîldarî hebûna Ocalan a li Îmraliyê fikarên gelê Kurd gihiştine lûtkeye, piştevaniya xwe ya ji bo çalakvanên greva birçîbûnê bi lêv kir.

HEZER: JI BO AZADIYA OCALAN EM Ê BI TEVAHÎ HÊZA XWE BIXEBITIN

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer jî bi bîr xist ku di têkoşîna mafên mirovan û aştiyê de gelek kesî jiyana xwe ji dest dane û bedel dane.

Hezer di axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo azadiya gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn azadiya Ocalan girîng e, diyar kir ku wê ji bo vê jî hewldanên xwe bidomînin.

NÛNERA TEVGERA JINÊ: HETA AZADIYA OCALAN PÊK NEYÊ DIVÊ TI KES BI REHETÎ LI MALÊN XWE RÛNENIN

Li ser navê Tevgera Jina Kurd jî nûnera Êzîdî axivî, got wê li dijî qetlîaman rawestin.

Endama Tevgera Jinê bal kişand ku 17 sal in Ocalan di bin esaretê de ye û rola hêzên navdewletî jî di vê mijarê de heye, xwest li dijî vê jî bi yek bin.

Nûnerê da xuyakirin ku ji bo afirandina jina azad divê yekîtî hebe û azadiya Ocalan pêk were, bal kişand têkîliya mabeyna vê û azadkirina Şengalê. Nûnerê ya ku got, “Heta Ocalan azad nebe divê ti kes bi rehetî li malên xwe rûnenin”, bang kir ku daxwaza azadiya Ocalan mezin bikin.

KOÇ: HETA KU AZAD BIBIN EM Ê LI QADAN BIN

Rêveberê KCD-E Yuksel Koç jî axivî û diyar kir ku Ocalan ne tenê ji bo gelê herêmê ji bo hemû gelan girîngiya xwe heye. Koç, bal kişand ser hevrebûna gelên Rojava û behsa rola Ocalan a li ser vê yekê kir. Koç, destnîşan kir ku wê li her derê daxwaza azadiya Ocalan bînin ziman û heta azadiya Ocalan bi dest nexînin wê çalakiyên me dewam bikin.

YAGMÛR: LI DIJÎ ZILMÊ TÊKOŞÎNÊ BIKIN

Li ser navê Federasyona Elewîyan a Demokratîk Pîr Riza Yagmûr jî da zanîn ku gelê Kurd di dîrokê de her tim li dijî zilmê bi biryardarî têkoşîn meşandine. Yagmûr mînakên têkoşîna Embû Muslimê Xûresanî yê ku li dijî zilma Emewiyan û têkoşîna Salahaddînê Eyyubî ya li dijî Xaçperestan nîşan da. Yagmûr desnîşan kir ‘Rabûna dawî ya Kurdan’ mînaka herî dawî ya mirovahiyê ye.

Pîr Yagmûr binî xet kir ku Rêberê vê têkoşîna mirovahiyê Birêz Ocalan e.

Nûnerê FEDA diyar kir ku bi salan diktaroriya Tirk Erdogan bi çeteyên DAIŞ’ê û rêxistinê celat û hov re hevkarî kir bi vê yekê bi van gotin “Ji xwe şerm bike” bertekên xwe nîşan da. Nûnerê FEDA’yê anî zimam ku îro jî Kurd di rêya mazlûm û HZ, Huseyîn de dimeşin û wiha got: “Elewî jî wê bibin yek ji hêza herî fedayî ya vê rêyê.”

Nûner, piştgiriya xwe ya ji bo kampanayaya gelê Êzidî dayî destpêkirin jî anî ziman.

GURUR: EM Ê OCALAN Û GEL AZAD BIKIN

Li ser navê HDP Ewropa Hakan Gurur jî axivî û bal kişan ku dixwazin têkoşîna gelan tine bihesibînin û wiha anî ziman: “Pêwîstiya gelan bi Ocalan heye.” Gurur da zanîn ku pêwîstiya gelên mîna Kurt, Tirk, Pomak û Çerkez û hemû gelan ‘Bi Ocalan hene’ dûbare kir. Gurur xuya kir ku ‘Kesê ku ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan jiyana hevpar û yeksan daxwaz dike Oclana bi xwe ye.’

Gurur di axaftina xwe ya ku bang li dewletê kir û wiha pê de çû: “Divê em vegerin cihê ku her mehkûm bikare mafê xwe yê rewa bikar bîne.” Gurur diyar kir ku divê welatên Ewropa li dijî vê bikevin nava tevgerê. Gurur desnîşan kir weke HDP Ewropa di vî warî de erkê ku dikeve ser milê wan wê pêk bînin. Gurur herî dawî wiha got: “Divê endamên Meclîsa Êzidî ya Şengalê xwedî li têkoşîna xwe der kevin. Bi hev re em ê Ocalan û gelê xwe azad bikin.”

DERIK: DIVÊ EM DI AZADBÛNA OCALAN DE KILÎT BIBIN

Endam Tevera Jina Zozan Dêrik jî wiha axivî û bal kişan divê gelê Kurd yekîtiya xwe xûrt bike û di azadkirina Ocalan de hemû kes xwe kilît bikin. Dêrik, di axaftina xwe de diyar kir ku Ocalan ne tenê vîna gelê Kurd e, vîna hemû gelên li Rojhilata Navîn dijîn e. Dêrik binî xet kir ku heta Ocalan azad bibe wê çalakiyên xwe bi heman biryardariyê dewam bikin.

 

...