BI DÎMEN

Girtiyê her du destên wî nîne, di hucreya şexsekî de tê girtin

Engîn Aktaş, ku li navçeya Bazîd a Agiriyê ji be teqîna bombeyekê di dema meşekê de her du destên wî jê bûn, tevî ku Saziya Tipa Edlî rapora 'nikare li girtîgehê bimîne' daye wî jî, ev 6 sal in di girtîgehê de ye.

Bavê Aktaş Tahîr Aktaş nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û diyar kir, Engîn bi tena serê xwe nikare avê jî vexwe û xwest, derhal bê berdan.

Di 11'ê Sibata 2011'an de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di meşekê de teqîn pêk hatibû. Ji ber teqînê her du destên Engîn Aktaş jê bû û tevî vê yekê jî hat girtin. Saziya Tipa Edliyê sê caran rapora 'nikare li girtîgehê bimîne' da Engîn Aktaş, lê belê heta niha hê girtî ye. Bavê girtiyê siyasî Engîn Aktaş, Tahîr Aktaş der barê rewşa kurê xwe de agahî da û diyar kir ku kurê wî bi tena serê xwe nikare avê jî vexwe û got, "kurê min di hucreyê de tê girtin."

Bav Aktaş diyar kir ku kurê wî bê guneh dîl tê girtin û wiha behsa kurê xwe Engîn Aktaş kir: "Di 11'ê Sibata 2011'an de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di meşekê de teqîn pêk hatibû. Di teqînê de Engîn bi îdîaya têkiliya wî bi teqînê re heye hate girtin. Di teqînê de her du destên Engîn hatin jêkirin. 6 sal e Engîn di girtîgehê de dîl tê girtin. Li gel her du destê Engîn tine ye, di hucreyê de tê girtin. Heta niha Saziya Tiba Edliyê 3 rapor ên ku Engîn nikare di girtîgehê de bimîne dan e. Lê belê tevî hemû serlêdan û raporan jî Engîn di hucreyê de tê girtin û serbest nayê berdan." 

'LI GIRTÎGEHÊ BI NEXWEŞIYA KOA'YÊ KET'

Aktaş anî ziman, rewşa kurê wî roj bi roj xerabtir dibe û wiha axivî: "Pirsgirêkên tenduristiyê yên Engîn hene. Her wiha Engîn di girtîgehê de bi nexweşiya koa jî ketiye. Engîn ti kes nekuştiye û ti zerar nedaye kesî. Engîn dîl tê girtin û cezayê wî kêfî ye. Tevî destên wî tine ye jî 2. Dadgeha Cezayê Giran a Erzîromê bi îdiayên 'pergala cemaweriyê xera kir, bi zanebûn kuştina mirovan, madeyê teqemeniyê peyda kir' û 'endamê rêxistinê ye' cezayê girtina heta bi hetayê û 28 sal cezayê girtinê da. Ev ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. Piştî kurê min hate girtin ew sirgûnî gelek cihên weke Girtîgeha Tîpa H a Erzîromê, girtîgehên Metrîs, Îmranî, Silîvrî û herî dawî jî li Girtîgeha R a Menemenê hate kirin."

'DIBE KU BI LINGÊ XWE TEQÎNÊ PÊK BÎNE'

Bav Aktaş nerazîbûn nîşanî nêzîkatiyên Wezîrê Edaletê da û wiha pê de çû: "Tevî ku rapora kurê min heye jî serbest nayê berdan. Wezîrê Edaletê û wekîlên AKP’ê dibêjin, Engîn ji bo cemaweriyê metirsiye û eger were berdan wê bi lingê xwe bombeyan biteqîn e. Engîn bi tena serê xwe nikare pêwîstiyên xwe yên sereke bi cih bîne, wê çawan bikare bi lingên xwe teqînê pêk bîne? Kesek destê wî tinebe wê zerareke çawan bigihîne cemaweriyê? Li Tirkiyê pergala dadê ne li gorî tu exlaq û wijdanan e. Cezayê hate dayîn înfaza bêdadiye."

'BILA DARBEST JI GIRTÎGEHAN DERNEKEVE'

Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet jî li ser bêdadiya li girtiyê siyasî Engîn Aktaş tê kirin  axivî û got: "Tevî ku her du destên Engîn Aktaş tine ne jî 6 sal in di girtîgehê de ye. Li Tirkiyê ti girtîgeh nema ye ku Engîn lê nehatibe sirgûnkirin. Engîn Aktaş bi tena serê xwe nikare bimîne. Divê demildest serbest were berdan. Bila girtîgehên Tirkiyê nebe cihê mirinê. Êdî bes e, bila darbest ji girtîgehan dernekevin."