Girtinên li Rihayê hate protestokirin

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di serdegirtina malan de 23 hatibûn girtin. TJA, HDP, DBP û Partiya Çep a Kesk girtina 23 kesan protesto kir.

Di serdegirtinên malan ên 27’ê Adarê de hevserokên navçeyan ên rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 23 kes hatibûn destgîrkirin. 23 kesên ku bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" û "alîkariya maddî didin rêxistinê" hatibûn destgîrkirin, di 31ê Adarê de ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin.

Ji bo protestokirina girtinan li ber Navenda Plazaya Ahmet Bahçivan daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Rêveber û endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), HDP, DBP û Partiya Çep a Kesk tevlî çalakiyê bûn.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku hevalên wan ên hatine girtin, xebatên siyasî dikirin û got “Hevalên me mûxalefet dikirin. Lê bi lîstik û komployeke mezin, li hemberî wan operasyon tê kirin. Kesên ku divê vî bajarî bi rê ve bibin û ewlehiya bajêr pêk bînin, xebatên me asteng dikin.”

Ocalan, anî ziman ku Şaxa TEM’ê bi taybet dozger û dadgerê ku wê dosyeyê werbigire beriya operasyonê eyar kiriye, piştre operasyon pêk aniye û wiha got: “Piştî wan hemûyan tîne cem hev, operasyonê dike. Em ê niha çawa ji hiqûq û edaletê bawer bikin? Em di wê baweriyê de ne ku ev edalet li vî bajarî pêk nehat. Ger edalet hebûya Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar 2 sal bûn li ber edliyeyê li edaletê nedigeriyan.”