Geverî: Em ê pêşî li rejîma Erdogan bigirin

Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî, ku 2. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê der barê wî de biryara 'anîna bi zorê' daye, êrîşên li HDP'ê tên kirin ji ANF'ê re nirxand.

Geverî da xuyakirin, ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê desthilatdariya AKP'ê rêyek berê xwe li dîktatoriyê ye, daniye pêşiya xwe û got, "Aqûbeta sîstema şexsekî ya AKP'ê jî, wê mîna desthilatdariyên beriya wê, husran be. Jİ ber ku vîna demokrasî, edalet û azadiyê ya gelan wê destûrê nede vê yekê."

Geverî da xuyakirin, desthilatdariya AKP'ê ku fêhm kir bi bombekirina bajaran nikare Kurdan bitirsîne, niha jî êrîşî vîna gel dike û got, "Armanca desthilatdariya AKP'ê ya ji dîlgirtina siyasetmedar, parlamenter û hevşaredarên me ew e, ku gelê Kurd bêxwedî bihêle. Ev hikûmet êdî ji rê derket, nikare bisekine. Desthilatdariya AKP'ê bi tevizandina HJDP'ê re dixwaze di referandûmê de bi ser bikeve û ji bo di dema pêş de Kurdan bêbandor bike, rejîmeke faşîst bafirîne."

Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî diyar kir, dozên li hemberî wekîlên HDP'yî hatine vekirin, hemû ji ber sedemên siyasî ne û got, "Cesareta me xwe dispêre ked û berdêlên giran ên gelê me. Em ê bi ti awayî destûrê nedin vê dîktatoriya palyaço, ku gelê me ji demokrasiyê vedigire. Ji ber vê yekê, hem em ê li ber operasyonên qirkirina siyasî bisekinin, hem jî bi girtina encameke serketî di referandûma Nîsanê de, em ê pêşî li rejîma Tayyîp Erdogan bigirin."