Gerîlayên HPG û YJA-Star bang li gelê Kurdistan ê li ber xwe dide kirin

Li hemberî şerê AKP’ê yê li tevayî Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin gelê Kurd li her cihê lê xwedî li xwe rêveberiyên îlan kiriye derdikeve û berxwedana xwe ya bi heybet didomîne.

Li hemberî şerê AKP’ê yê li tevayî Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin gelê Kurd li her cihê lê xwedî li xwe rêveberiyên îlan kiriye derdikeve û berxwedana xwe ya bi heybet didomîne.

Rêxistina çete AKP li çiyayên Kurdistanê jî li hemberî gerîlayan amûrên teknîk û şer ê herî modern ku kiriye dewrê û şer dimeşîne, li hember berxwedana gerîlayan derbên mezin dixwe. Gerîlayên HPG û YJA Star bal kişandin ku berxwedana gerîla û serhildanên gel rastiyeke ku mirov nikare ji hev cuda bigire dest pêşketinên rû didin ji ajansa me nirxandin.

PKK TEVGERA HER KESÊN KU AZADÎ, AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ DIXWAZIN E

Gerîlaya YJA-Star Hîvda Jiyan di destpêka axaftina xwe de di vê pêvajoya ku PKK dikeve dikeve 38. Salvegera xwe de berxwedana gerîla û gel nşrand û got: “Divê her kes gav biavêje nav vê rêya ronak a Rêbertiya me berî niha bi 38 salan da destpêkirin. PKK dîrok û rastiya hemû gelên ku aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin. Her çiqasî dijmin vê rastiyê înkar bike jî gelê me û tevgera me ku di pêşengiya PKK’ê de zana bûn nivîsandina vê dîrokê didomînin… Ez ji vir bi taybet bang li gel, jin û ciwanên Serhedê dikim. Tavilê gelê me yê li Gever û Nisêbînê bi tenê nehêlin ji berxwedana wan a xwerêveberiyan re bibin deng. Dîsa ez van rojên dîrokî ku em 38. salvegerê pîroz dikin di serî de li Rêber Apo û hemû gelê me pîroz dikim.

PKK BÛYE MÎRASEKE DÎROK Û MIROVATIYÊ

Gerîlaya Nisêbînî Ulkem Têkoşîn jî bi silavkirina berxwedana Nisêbînê dest bi axaftina xwe kir. Têkoşîn di dewama axaftina xwe de got: “Teror û dorpêça dewletê ev zêdetirî 25 rojane li Nisêbînê didome. PKK bûye mîraseke mezin a dîrok û mirovatiyê. Li vê dîroja dikeve sala 38’emîn ciwan û jinên Kurdistanî bi kurtasî gel bi qehremantiyeke mezin xwedî lê derdikevin. Ez jî weke gerîlayeke jin di taybetiya Nisêbînê de bi berxwedana li tevayî Kurdistanê serbilind im."

DÎROK TI CARÎ HEVKAR Û XIYANETKARAN EFÛ NAKE

Bahoz Gever ê ji Geverê jî wiha axivî: “Di van rojên ku em 38. salvegera partiya xwe PKK’ê pîroz dikin, ez berxwedana bi giştî li Kurdistanê silav dikim.” Bahoz axaftina xwe wiha dewam kir; “Li tevayî Kurdistanê ku berxwedana gel a bi heybet didome, mixabin hê jî kesên li pey hesabên biçûk hene. Ev tiştekî pir şerm e. Divê ev kesên li hember zexteke herî biçûk a dijmin yan jî li hember ferzkirina cerdevantî û sixurtiyê dikevin kemînê pêwîst e di demeke herî kurt de dest ji van nêzîkatiyan berDin. Ji ber dîrok ti carî van beşên hevkar û xiyanetkar efû nake. Dîroka PKK’ê ev bi awayekî zelal nîşanî her kesî daye. Banga min ji van aliyan re ev e; li şûna berxwedanê cihgirtina li rex hevkariyê nemerdiya herî mezin e. Tavilê ji vê şaşiyê vegerin.”

Gelî Çiya yê Erziromî jî got: “Rastiya PKK’ê û Rêber Apo Kurdê azad afirand. Em bi îradeya xwe din av vê tevgerê de cih digirin. Dîroka Partiya me ya 38 salan rehbera me ye. Ji ber li wir Rêber Apo heye. Li wir hevrêyên me yên şehîd ên bi qehremanî li ber xwe didin hene. Li wir rûmeta me heye. Ji berk u ez jî parçeyek ji vê dîroka 38 salan im şad û serbilind im.”

PKK TENÊ WEK BÛYÎNA TEVGERA GELÊ KURD DERBAS KIRIYE

Mîzgîn Ronahî ji metropolên Tirkiyeyê ji Antalya sala 2014’an tevlî nav refên gerîla bûye. Ronahî wiha axivî: “PKK rastiya gelekî hatiye jibîrkirin e. Her kes vê baş dizane. PKK ji zû ve ji tevgereke wek tenê ya gelê Kurd derketiye. Min ev bi çavên xwe dît. Li metropolên Tirkiyeyê gelek mirovên bi sempatî nêzî PKK’ê dibin hene. Di nav refên PKK’ê jî de gelek hevrêyên me yên ji neteweyên cuda hene. Em bi wan re mil bi mil li hember kapîtalîzmê têdikoşin... Ez ji vir bang li gelên me yên demokrat ên bi rûmet li metropolên Tirkiyeyê dikim ku li her cihî berxwedanê pêş bixin. 38. salvegera PKK’ê li tevayî mirovatiyê pîroz be.”

Andok Ronahî yê ji Ewropayê hatiye çiyayên Kurdistanê got: “Ez jî wek gerîlayekî vê sekna bi rûmet a gelê me li her cihî nîşan dide silav dikim. Cejna 27’ê Mijdarê ya gelê me yê berxwedêr pîroz be.”

Tekîn Cîlo yê Efrînî jî wiha axivî: “Têkoşîna li giştî Kurdistanê tê meşandin mirovatiyê ronî dike. Hemû gelên bindest û çîn dema li vê rastiya PKK’ê dinêrin berxwedanê dibînin. PKK 38 sal in vê li çiyayê Kurdistan nîşan dide. Li Kobanê û Efrînê nîşan da. li Şengalê nîşan da. Niha jî li Bakurê Kurdistan nîşan dide.” Cîlo bang li gelê Rojava kir li rex berxwedana tê pêşxistin cih bigirin. 

...