Gerîlayên HPG'ê li Çewlikê lê dan

Gerîlayên HPG'ê roja 24'ê Tîrmehê li qereqola Sevgelî ya navçeya Gexî ya Çewlikê dan û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Gerîlayan li ser rêya Dersîm-Erzînganê jî heman rojê kontrola rê kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên dawî yên gerîla daxuyaniyek weşand û ev agahî da:

"Roja 24'ê Tîrmehê saet di 19:00 de, hêzên me li hemberî qereqola Sevgelî ya navçeya Gexî ya Çewlikê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de 2 kulûbeyên li nava qereqolê hedef hatin girtin û her du jî hatin rûxandin. Hat tespîtkirin ku 2 leşker mirin e, lê hejmara mirî û birîndarên leşkeran zêdetir e. Artêşa TC piştî çalakiyê, bi desteka cerdevanan mirî û birîndarên xwe bi wesayîtên sivîl rakir.

Hêzên me di 24'ê Tîrmehê saet di navbera 13:00-20:00 de rêya Dersîm-Erzînganê kontrol kirin. Hêzên me li vê derê nasname kontrol kirin û di heman demê de li ser pêvajoyê agahî da gel. Gerîlayên me qemyonek fîrma Efehan Nakliyat a ji AKP'ê re dixebite, şewitand. Danê êvarê, artêşa TC obus û hawan avêt mintiqeya derdorê.

23'ê Tîrmehê, hêzên me li hemberî xeta elektrîkê ya ji bendava Keban a Elezîzê diçe Azerbaycanê çalakiyeke sabotajê pêk anîn û di encamê de ev xet bi temamî îmha bû. Hêzên me di heman demê de karkêrn li vir hişyar kir û ew serbest berda.

24'ê Tîrmehê saet di 07:30 de hêzên me 7 kesên li gundê Nîvila yê navçeya Dihê ya Sêrtê dar dibirîn binçav kirin û piştî ku ew hişyar kirin, serbest berdan. Hêzên me beriya niha jî ev karker hişyar kiribûn, lewma vê carê dest danîn ser malzemeyên wan û şewitandin."