Gerîlayê li Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî

HPG'ê nasnameya gerîlayê li Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî, eşkere kir. HPG'ê got, "Hevrê Dijwar Serhat (Tayîp Elbîr) bi vê rêbaza fedaî çalakî pêk anî û xwe berda nava dilê dijmin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya gerîlayê li Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî, eşkere kir.

Di daxuyaniya navendê de hat gotin, "Dîroka berxwedana mezin a gelê Kurdistanê bi rastiya şehîdan derket holê. Ev dîroka berxwedanê, bi rêbaza fedaî ya Apoyî hatiye nivîsandin, ku bi sekneke fedekar û lehengî bi felsefeya 'Em jiyana azad dafirînin' xwe berdide nava dilê dijmin û dijmin têk dibe. Hevrê Dijwar Serhat (Tayîp Elbîr) jî bi vê rêbaza fedaî çalakî pêk anî û xwe berda nava dilê dijmin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Hevalê Dijwar ê li Wanê tevlî refên me yên têkoşînê bû, bi hestên kûr ên welatparêziyê mezin bû, hewl da ji hêvî û hesreta siberojeke azad a gelê me re bibe bersiv, di nava demeke kurt de xwe bi fikir û ramanê Rêber Apo perwerde kir û gihand asta fermandariyeke xurt. Hevrê Dijwar bi sekna xwe ya gihîştî û fedekar bû xwedî şexsiyetekî mînakdar. Ji bo bîranîna Şehîd Bedran Koçer û şehîdên Kerboran-Hezexê ev çalakiya bi heybet lidar xist û hewl da bibe bersiv.

Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye:

Nasnav: Dijwar Serhat
Nav paşnav: Tayîp Elbîr
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dayik û bav: Saîme-Dûrmûş
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2016 / Mêrdîn

Em hevrêyê xwe Dijwar ê ji aliyê gelê me ve bi kedeke xurt hat mezinkirin, li nava refên têkoşîna azadiyê rê li ber gelek pêşketinan vekir û navê xwe li rûpelên dîroka lehengiyê nivîsand bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê bi bawerî û dilsoziyeke mezin bibin şopdarên vê sekna wî afirandin."