Gerîlayê HPG’ê Seyfettîn Oynak hate definkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Seyfettîn Oynak (Amed Çekdar) ê ku di encama şerkî li Sertê de jiyana xwe ji dest dabû, li gel dorpêça polîsan jî li Amedê hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Seyfettîn Oynak (Amed Çekdar) ê ku li herêma Mawa ya Sêrtê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Yenîkoyê hate definkirin. Cenazeyê Oynak piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê hat teşxîskirin ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Cenaze di bin dorpêça wesayîtên zirxî yên polîsan de anîn Gorsitana Yenîkoyê ya Amedê. Bi sedan wesayîtên zirxî goristan dorpêç kirin. Polîsan bavê Oynak, Mehmet Oynak gazî cem xwe kirin û mudaxaleya duh a li dijî merasîma cenaze bi bîr xistin, xwestin dirûşman berz nekin, al neyê vekirin, eger ku wisa bikin wê mudaxale bikin. Piştî wecîbeyên olî cenaze anîn cihê ku bê definkirin. Di meşê de dirûşma "Şehîd namirin" hat berzkirin.

Piştî ku cenaze hat definkirin ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel axivî û anî ziman ku li ser gorê axaftin ji bo siyasetmedaran gelek zehmet e, ciwanên ku dikevin axê tenê windahiyên Kurdistanê nîne, windahiyên Tirkiyeyê ne. Tûncel bilêv kir ku AKP bi polîtîkayên xwe yên şer ve Tirkiyeyê ber bi kaosê ve dibe.

Bavê Oynak, Mehmet Oynak jî got ku bila serê serê Kurd ê bi namûs sax be û divê hikûmeta Tirk dev ji polîtîkayên şer berdin.