Gerîlayê HPG'ê Kaya hate definkirin

Gerilayê HPG'ê Remzî Kaya yê ku di 20'ê Cotmehê de li Bazîdê jiyana xwe ji dest dabû li Amedê hate definkirin.

Gerîlayê HPG Remzî Kaya (Navdar Amed )ê ku di 20'ê Cotmehê de li navçeya Bazid a Agiriyê di serdegirtina malê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê cenazeyê zarokê xwe ji Saziya Tiba Edlî ya Erziromê wergirt û anîn Amedê. Ji bo Kaya li Goristina Yenîkoya Rezan a Amedê merasîm hate li darxistin. Di merasîmê de parlementera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yigîtalp, rêveberên HDP û DBP'ê yên Amedê û gelek welatî amade bûn. Piştî wecîbeyên olî dema girseyê darbesta Kaya li ser milan dibir goristanê polîsan derdora girseyê dorpêç kirin. Li gel hemû gef û dorpêçkirina polîsan girseyê cenazeyê Kaya definkir. Cenazeyê Kaya bi dirûşmeya " Şehîd namirin" û tilîliyan hate definkirin.

Piştî definkirinê, ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Di merasîmê de Hevserokê MEYA-DER yê Amedê Hasan Pençe diyar kir ku tehamûla dewletê li dijî cenazeyan jî nemaye û wiha got: "Êdî bes e ji vî şerî re. Ev şer şerê kursiyê Erdogan e. Em naxwazin ti kes bê qetilkirin." Pençe got ku ew ê têkoşin û berxwedana şervan û gerîlayên xwe bilind bikin.

Ji bo Kaya wê li Mala Şînê ya Temiran serdanên sersaxiyê bê dayîn.