Gerîlayê HPG’ê Îmen hate veşartin

Gerîlayê HPG’ê Ramazan Îmen piştî 42 rojan ber bi rêwîtiya dawî ve hate birêkirin.

Di 14'ê Tîrmehê de li gundê Dêrika Amêyê Reşo ya navçeya Farqînê ya Amedê di navbera gerîlayên HPG'ê û artêşa Tirk de şer derketibû, di şer de gerîlayê HPG'ê Ramazan Îmen bi 2 hevalê xwe re jiyana xwe ji dest dabû, piştî 42 rojan cenazeyê wî hat teşhîskirin. Cenazeyê Îmen ji ber êşkenceya DNA'yê demek dirêj li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê hat rawestandin û piştre ji hêla malbat û rêveberên MEYADER'ê ve hat wergirtin, bi konvoyekî birin mezraya Girbereşkê ya Êlihê.

Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Îmen bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Silav Silav Ji Îmraliyê Re Hezar Silav”, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” li goristanê hat definkirin.

Piştî cenaze hat definkirin, ji bo bîranînê deqeyekî rêz hat girtin. Di dema definkirinê de malbat û dayika Îmen zêmar berz kirin. Keça Îmen a 3 salî û kurê wî yê 7 salî li goristanê ji her tiştî bêxeber ji xwe re li goristanê lîstok dilîstin.

Piştî merasîma cenazeyê, girse derbasî taxa Hîlalê bû û ji bo malbatê re sersaxî xwestin.