Gerîlayê HPG'ê Alkan girseyî hate definkirin

Gerlayê HPG'ê Şervan Alkan (Şervan Ararat) ê ku di 20'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû li Bazidê bi girseyî hate definkirin.

Gerîlayê HPG'ê Şervan Alkan (Şervan Ararat) ê ku di 20'ê Cotmehê li navçeya Bazid a Agiriyê di serdegirtina polîsan a li ser malekê de jiyana xwe ji dest dabû, li Bazidê hate definkirin. Piştî karûbarên otopsiyê yên li Saziya Tipa Edlî ya Erziromê malbatê cenazeyê Alkan wergirt û ber bi Bazidê ve ket rê. Parlementerên HDP'ê yên Berdan Ozturk û Dîrayet Taşdemîr, rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeyê û gelek welatî beşdarî merasîma cenazeyê Alkan a li goristana navçeyê bûn. Cenazeyê Alkan bi dirûşme û tilîliyan hate definkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dayîka Alkan, Altin Alkan gotina Serokkomarê Tirk Erdogan a, "Êdî dayîk nagirîn" bi bîr xist û wiha got: "Bila êdî ev xwîn were rawestandin. Bila ne dayîkên gerîlayan ne jî dayîkên leşkeran rondikan bibarînin."

Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk jî axivî got ku ciwanên Kurd bi berxwedana xwe di dîrokê de cihê xwe girtiye û wiha anî ziman: "Dîrok wê AKP'ê bavêje sergoyê û têkoşîna van ciwanan weke destanan binivîse. Tevgera azadiyê dema xwe ya herî bi hêz dijî, ger yekitî were pêkanîn wê serkeftin a me be. Divê ji bo nifşên nû em vê têkoşînê bilind bikin."

Piştî axaftinan girse çû konê sersaxiyê yê ku li Taxa Heskîfê hatiye danîn.