Gerîlayan rê xistin di bin kontrola xwe de

Gerîlayên HPG/YJA Starê li rêyên Dersîm-Erzîngan û Berwarî-Şaxê nasname kontrol kirin, têkîldarî pêvajoyê gel agahdar kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek nivîskî weşandş.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

DERSÎM

“22’yê Tîrmehê saet 15.00-19.00’an hêzên me li rêya mabeyna Dersîm-Erzînganê çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Di çalakiyê de ku gelek wesayît kom bûn, nasname hatin kontrolkirin û der heqê pêvajoyê de gel hate agahdarkirin. Her wiha hêzên me 6 wesayîtên aîdî saziyên dewletê jî şewitandin. Piştî çalakiyê, saet 21.00’an artêşa TC qadên derdor da ber obus û hewanan. Rê hê jî di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ye.

SÊRT

22’yê Tîrmehê saet 18.00-20.00’an hêzên me rêya mabeyna navçeyên Berwarî ya Sêrtê û Şax a Wanê çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Di vê çalakiyê de nasname hatin kontrolkirin, têkîldarî pêvajo agahî hatin dayîn.

WAN

22’yê Tîrmehê li dijî leşkerên li qereqola Şamanis a girêdayî navçeya Payîzava ya Wanê, gerîlayên me çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

ŞIRNEX

21’ê Tîrmehê hêzên gerîlayên me li qada Mawa ya li derdora çiyayê Gabar a Şirnexê, di navbera gundên Erenzê û Bacinî de li dijî stasyona bazê ya Aveayê çalakiyek sabotajê li dar xistin û ev stasyona bazê îmha kirin.

22’yê Tîrmehê saet 19.00’an artêşa TC qada Çiyayê Bizina ya girêdaya qada Gabar a Şirnexê da ber obus û hewanan.

AMED

Operasyona berfireh a artêşa TC ku li navçeya Licê ya Amedê li dar xistibû bi fiyaskoyek mezin bi encam bibû û detay bi awayekî berfireh ji raya giştî re hatibûn ragihandin. Di vê operasyonê de gelek çalakî hatin lidarxistin û cih bi cih jî şer qewimîn. Di domahiya operasyonê de me dabû xuyakirin ku 7 hevalên me gihiştine şehadetê. Hejmara hevalên me yên şehîd ên vê operasyonê 6 in. Me gerîlayê xwe yê bi navê Şervan Penaber (Ridvan Ozer) jî wek şehîd îlan kiribû. Lê, agahî hat ku dema şer de ketiye dest dijmin.

Di vê operasyonê de hin cenazeyên gerîlayên me ketine dest dijmin, ji ber vê jî tevlîheviyek bi vî awayî çêbûye.

GARÊ

22’yê Tîrmehê saet 18.30-18.45’an balafirên şer ên Tirk ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê gundê Zengil ê girêdayî herêma Garê bombe kirin. Di vê bombekirinê de bax û baxçeyên derdora gund zerar dîtine.”

NASNAMEYA GERÎLAYEKÎ HATE RAGIHANDIN

HPG’ê got, “20’ê Tîrmehê saet 20.30-21.30’an komek gerîlayên me li rêya Şirnex-Sêrtê bi dijmin re hevrû bûye û şer derketiye. Di vî şerî de gerîlayekî me şehîd ketiye” û wiha dewam kir: “Hevalê Rodî ku li derdorek welatparêz mezin bûye û bi vî cewherî ve tevlî bûye, aniye ziman ku di şertên herî zor de jî girêdana hevaltî ya PKK’ê ew gelekî bandor kiriye û berê wî daye têkoşîna bi israr. Hevalê Rodî ku di qadên zor û zehmetî yên têkoşînê maye û wezîfe bi cih anîne, bi zanebûn û pêşketina xwe ve gelek wezîfeyên girîng meşandiye û heta roja şehadetê jî bi vî ezmî şer kiriye. Em hevalê xwe Rodî yê meha Tîrmehê şehîd ketiye bi rêzdarî bi bîr tînin, soza xwe nû dikin ku em ê şodarên bi biryar ên têkoşîna wî bin.”

Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

Nasnav: Rodi Şoreş

Nav Paşnavı: Adem Abukan

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik û Bav: Zahîde - Dervîş

Dîrok û Cihê Şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2016’an / Şirnex

...