Gerîlayan li Oremar û Çelê li leşkeran xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku li herêma Oremar a Gever û Girê Koordîne yê Çelê li dijî leşkerên Tirk çalakî lidar xistine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku li herêma Oremar a Gever û Girê Koordîne yê Çelê li dijî leşkerên Tirk çalakî lidar xistine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin:
OREMAR
18’ê Nîsanê saet 15.30-16.00’an li dijî leşkerên ku li girê Elîşêr ê Oremar a Gever a Colemergê bi cih bûne çalakiyeke bi hawana hatiye pêkanîn. Hijmara kuştî û birîndaran a di vê çalakiyê de zelal nebûye.
ÇELÊ
18’ê Nîsanê saet 12.30’an hêzên me li dijî leşkeran ku li girê Koordîne yê Çelê yê Colemergê çalakiyeke hawanê pêk anîne. Hijmara kuştî û birîndaran a leşkeran zelal nebûye.