Gerîlayan li Kerkûkê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin

Gerîlayên HPG û YJA Star ên di eniyên şer ên Kerkûkê de 37.salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)’ê pîroz kirin.


Gerîlayên HPG û YJA Star ên di eniyên şer ên Kerkûkê de 37.salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)’ê pîroz kirin. 

PKK VEGOTINA HEQÎQETA MIROVAHIYÊ YE

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê destpê kir. Piştê rêzgirtinê li ser girîngiya rojê fermandara YJA Star Çîgdem Dogû axivî û got; “Beriya her tiştî ez vê roja pîroz li Rêber Apo, rêhevalên me yên şehîd, tevahî gelê Kurd û hevalan pîroz dikim. PKK di serdema 21. de vegotina heqîqeta mirovahiyê dike. Ev heqîqet jî cardin ji nû ve civaka ku ber bi tunebûnê ve diçû bû partiya vejîna wê.”

PKK RUHÊ JIYAN Û VEJÎNÊ YE

Fermandara YJA Star Çîgdem Dogû di nava gotinên xwe de herî zêde bal kişand ser ruhê ku PKK’ê yê di nava gelê Kurd û tevahî mirovan de ava kiriye. Dogû ev ruh bi van gotinan bi lêv kir; “Em PKK weke ruhê jiyan, vejîn û têşeyê mirova/ê nû digrin dest û ji xwe PKK vegotina vê dike. PKK nîşaneya mirovên azad e. Ji bo vê em PKK ji tevahî partiyên din cuda digirin dest. PKK tevahî cîhanê ji nû ve ava dike, jiyanê ji nû ve ava dike. Ji bo vê em bi navê heqîqetê nav dikin. Di vî alî de paradîgma, felsefe û bîrdoziya ku Rêberê me afirandiye roleke bingeh û mezin dilîze. Rêhevalên me yên şehîd jî li pey vê heqîqetê ketin û ji bo vê jî canê xwe feda kirin û bûn vegotina vê heqîqeta pîroz.”

PKK NAVÊ BERXWEDAN, KED, TÊKOŞÎN Û NÛBÛNÊ YE

Dogû bi bîr xist ku gelek berdêl hatin dayîn ji bo ku em bigihêjin van rojên pîroz û watedar. Çîgdem bi vî awayî gotinên xwe berdewam kir; “Pêwîste em pir baş bizanin ku erka me ya herî sereke jiyandina van nirxên ku hatine avakirin e. Ji destpêka avabûna partiya me PKK gelek zehmetiyan re heya roja me ya îro hat lê, bi van zehmetiyan re her tim têkoşîn û berxwedanî da raberkirin. Ji bo vê jî PKK navê berxwedan, ked têkoşîn û nûbûyînê ye. Ji bo vê jî pêwîst e em jî vî ruhî di roja me ya îro de hê zêdetir kûr û bi rojane bihêz bikin.”

Fermandara YJA Star Çîgdem Dogû wiha dawî li gotinên xwe anî; “Em êrîşên cur bi cur re rû bi rû ne. Di heman demê de me gelek sengerên bi nirx jî bi dest xistiye. Weke Şengal, Kerkûk, Mexmûr, her wiha Rojava û ev hêza me her ku diçe mezintir berfirehtir dibe. Em jî weke milîtanên Rêber Apo soza serketin û bihêzkirina fikir û armancên xwe didin. Ji bo ku em tecrîda li ser Rêberê me û êrîşên ku li ser gelê me tên meşandin binpê bikin pêwîst e, em ji her deman zêdetîr bibin PKK. Ruhê PKK em di her kêliya jiyana xwe de bijîn û bidin jiyandin. Em ji tevahî neyarên xwe re didin diyarkirin ku em di wê hêvî, baweriyê de ne, em ê bi ruhê serketinê tevahî neyarên xwe têk bibin. Li ser vê bingehê em dibêjin, “Bijî PKK” û “Bijî Rêber Apo”.

Pîrozbahî piştî axaftina Fermandara YJA Star Çîgdem Dogû bi şano, helbest, dîlan û stranên gerîlayan berdewam kir. 

Pîrozbahî bi dirûşmên , “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan nabe” bi dawî bû. 

...