Gerîlayan derbeyên giran li artêşa Tirk xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku gerîlayan di çalakiyên Mêrdîn, Riha, Qers û Dersîmê de derbên giran li artêşa Tirk xistin û herî kêm 15 polîs û leşker kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li navçeya Midyad a Mêrdînê 21’ê Tebaxê çalakî hate lidarxistin û gelek leşker Tirk hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

ÇALAKIYA MIDYADÊ

"Roja 21'ê Tebaxê saet di 06:00 de hêzên me li ser rêya Midyat û Nisêbînê rê kontrol kirin. Heman rojê, artêşa TC saet di 12:00 de bi helîkopterên Kobra gule li herêma çalakiyê û derdora wê reşandin. Ji ber vê gulereşandinê, wesayît, dehl û rezên sivîlan zerar dîtin. Saet di 15:30 de, bi desteka helîkopterên bi tîpa Kobra, helîkopterên Skorsky leşker danîn herêmê û operasyon hat destpêkirin. Dema helîkopterên Skorsky leşker datanîn, hêzên me bi çekên ferdî û navîn li helîkopteran dan û helîkopterek neçar ma xwe vekişîne. Li vê derê leşkerek hat kuştin. Danê êvarê saet di 19:00 de, leşkeran hewl dan xwe berdin qada hêzên me. Hêzên me bi vê hewldanê hesiyan û li van leşkeran dan. Di encamê de 4 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, helîkopterên bi tîpa Kobra, saet di 21:00 de li herêmê dan. Sibeha 22'ê Tebaxê saet di 06:30 de di navbera hêzên me û leşkeran de şer derket. Hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Her wiha leşkeran li vê derê gule li wesayîteke sivîl a di rê de derbas dibû, reşandin.”

LI QISLEYA DERSÎMÊ ÇALAKIYA BERFIREH

HPG’ê têkîldarî çalakiya navçeya Qisleyê ya Dersîmê jî wiha got:

“Roja 22'ê Tebaxê saet di 05:00 de, gerîlayên me ji bo bîranîna Roza Efrîn û hevrêyên pê re yên li Dersîmê şehîd ketin, li navçeya Qisleyê çalakiyeke berfireh lidar xistin. Gerîlayên me ji 7 baskan ve avêtin ser nuqteyên leşkerî yên dagirkerên li navçeyê. Di vê çalakiyê de avahiya emniyetê, edliye, avahiya hikûmetê, lojmanên polîsan û tabûra komando hedef hatin girtin. Derbên giran li hêzên dijmin hat xistin, gelek çeper hatin xistin, maşînên zirxî hatin rûxandin û derb li helîkoptereke bi tîpa Kobra hatiye xistin. Yekîneyên dewletê yên ketin nava şoqek mezin, gelek kuştî dan. Encamên vê çalakiya berfireh wê piştre bên eşkerekirin.

Leşkerên ji ber çalakiyê ketin nava panîkê gule li malên li derdorê reşandin. Di êvara 22'ê Tebaxê de li gelemperiya navçeyê derketina derve hatiye qedexekirin.”

LI RIHAYÊ 4 ENDAMÊN POLÎSÊN TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên gerîlayan roja 21'ê Tebaxê saet di 21:00 de li ser rêya Riha-Wêranşarê li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Akrep, çalakiya sabotajê pêk anîn û di encama vê çalakiyê de 4 polîsên tîmên taybet hatin kuştin.”

Di berdewama daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin:

LI MÊRDÎNÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“22'ê Tebaxê saet di 08:30 de, hêzên me li navçeya Mêrdîn Kerboranê, li hemberî girekî ewlekariya bendava Ilisû çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li çeperên li vî girî hatin xistin. Di encamê de 4 leşker hatin kuştin û derb li panzerekê hat xistin. Piştî çalakiyê artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi wesayîtên transît rakir.

LI ŞIRNEXÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN, 3 LEŞKER BIRÎNDAR BÛN

Artêşa TC roja 22'ê Tebaxê saet di 12:00 de li gundê Govikê yê navçeya Elkê ya Şirnexê operasyonek da destpêkirin. Leşkeran li vî gundî lêgerîn kirin. Piştî nîvro jî saet di 17:00 de hêzên me baskekî operasyonê xistin bin kontrola xwe û lê dan. Di encamê de leşkerek hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Operasyon heman rojê saet di 22:00 de qediya.

LI QERSÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Roja 22'ê Tebaxê saet di 16:30 de, li hemberî yekîneyên veşartî yên artêşa TC ên li mintiqeyên Boristan û Xeta Som ên li herêma Çemçê yê navçeya Qaxizman a Qersê çalakî lidarxistin. Li vir leşkerek hat kuştin.

Hêzên me roja 22'ê Tebaxê saet di 16:00 de, li ser rêya navbera qereqola Elemûn û girê Şehîdan ê li herêma Qilaban a Şirnexê, li dijî kontrayekî çalakiyek pêk anîn. Wesayîta kontra tê de bû îmha bû û kontra hat kuştin."